Diyarname
Kovara "Kurt Tarihi" ku du mehan carekê bi tirkî derdikeve di hejmara xwe ya nû ya meha avrêlê de gelek mijarên girîng ên li ser dîroka kurdan girtine dest. Kovarê meseleya "Nasnameya kurdbûnê ya Bedîuzeman û texrîbatên di berhemên wî de hatine kirin" girtiye dest.
Kovara Kurt Tarihi hejmara xwe ya 12'yan a avrêl-gulanê gihand ber destên xwendevanan. Kovar li Tirkiyeyê û li bajarên Bakur li bayiyan û li pirtûkxaneyên sereke tê firotin. Her wiha yên bixwazin kovar bi rêya abonetî, bi postayê jî digihîne ber destên wan.
Bi mînakan rastiya meseleyê
Nivîsa li ser Bedîuzeman ku bûye mijara sereke ya kovarê ji aliyê Ekrem Malbat ve hatiye nivîsandin. Ew îdîa dike ku Bedîuzeman di berhemên xwe yên ji bo 50 zimanan hatine wergerandin de bi taybetî xwedî li nasnameya xwe ya kurdî derketiye, dem bi dem ev yek di berhemên xwe de nîşan daye, lê ligel vê yekê jî nasnameya wî ya etnîkî û dîtinên wî yên di vî warî de her li ser spekulasyon hatine çêkirin. Malbat di gotara xwe de balê dikişîne ser gelek xalan ku yek ji wan jî ew e ku ev beşên ku wî têde qala nasnameya xwe ya etnîkî kirine yan ji nav berhemên wî hatine derxistin yan jî ew guhartine. Malbat di nivîsê de orjînala nivîsên Bedîuzeman Seîdê Kurdî û nivîsên ku têde texrîbat hatine kirin jî dane ber hev.
Nexşeyên Kurdistanê
Yek ji nivîsên girîng a di kovarê de jî nivîsa Mehmet Bayrak e ku bi sernavê "Nexşeyên sedan salan ên Kurdistanê" ye. Nivîs li ser nexşeyên kesên cur bi cur ên bi sedan salan berê hatine amadekirin disekine û di van nexşeyan de çawa nexşeya Kurdistanê cih girtiye nîşan dide.
Rewşa kirmanckî
Di kovarê de ji bilî nivîsan hevpeyvîneke jî hatiye weşandin. Urgun Tepe bi nivîskar Roşan Lezgîn re li ser rewşa kirmanckî (zazakî) hevpeyvînek kiriye ku Lezgîn dibêje: "Pirsgirêka sereke ya kirmanckî pirsgirêka têkoşîna li ser lingan mayîn e."
Di portreyên vê mehê de Murat Issi li ser Malatyali Bedri (Bedriyê ji Meletî) ku wekî rewşenbîrekî osmanî-kurd bi nav kiriye nivîs amade kiriye.
Di kovara bi tirkî de nivîseke jî bi kurdî hatiye weşandin. Seîd Veroj bi sernavê "Ji dîwana Fuzûlî ber bi nasnameya wî ve" nivîsa xwe bi kurdî pêşkêş kiriye. Her wiha Ruşen Arslan "Diyanet, Siyaset û Kurd" nivîsiye. Her wiha di kovarê de nivîsên din ên li ser dîrokê jî li benda xwendevanên xwe ne.
Ji bo têkiliyê: kurttarihi.org