___Dilyar Amûdî___
Ez li vê Ewropayê rastî keçeke kurd hatim, ji Xorasanê bû. Ez naxwazim navê wê bibêjim. Loma min jê pirsî ka xweştirîn navê keçan ê kurdî bibêje! Wê jî got, "Mana, anku heta heta dimîne". Nizanim navekî wisa heye yan na lê ez wî navî lê bikim.
Îca lehenga çîroka min, Mana, behsa jiyana xwe kir bê çawa mezin bûye. Got gava li Xorasanê bû, piştî birayên wê yên mezin çûn dibistanê. Tevî ku mamoste kurd bûn jî û herkes kurd bû jî, hin mamosteyan gotiye divê ev zarok bi farisî biaxivin yana em ê li wan gilî bikin. Îca dê û bavê wê jî dest pê kiriye ku bi wê û birayê wê yên biçûk re bi farisî biaxivin. Manayê jî qet pêwîstî bi kurdî nebûye, heta nefikiriye ku kurdî lazim be jî û her bi farisî axiviye.
Mana wisa difikirî ku ji xwe bi farisî diaxive û her tiştê wê bi wî zimanî çareser dibe û ne hewceyî zimanekî din e.
Paşê Mana çûye Ewropayê jî û li wir jî bi zimanê ewropiyan gep kiriye. Heta eger kurdek rojhilatî were jî wan bi farisî dan û stendiye. Her wiha eger pêrgî kurdên ji beşên din hatiye, bi zimanê ewropî axiviye û tu kêşe çênebûye. Rojekê rastî kurdekî bakurî hatiye, lê ew bi tirkî û kurdî tenê dizane. Mana peşî heval kirine wergêr û wisa bi wî kurdî re daye û stendinye. Heta rojekî wî xortî ew vexwendiye ku qehweyekê vexwin. Mana wê çaxê dît ku tu zimanê wan yê hevpar tune ji bilî kurdî û neçar mane bi kurdî biaxivin.
'MIN FÊM KIR KU KURDÎ JÎ ZIMANEK E'
Mana peyva "muşterek" bi kar anî û wisa got: Min fêm kir bê kurdî jî zimanek e û divê em wekî zimanekî pê re bidin û bistînin. Anku zimanê kurdî dikare bibe zimanê muşterek.
Paşê dest pê kiriye bi kurdî biaxive û li ku kurdan dibîne, bi wan ve dizeliqe û diaxive. Niha kurdiya wê jî têra xwe xweş e.
Mana got ku herî zêde kêfa birayê wê hat ji ber ku wî gelekî dixwest ew bi kurdî biaxive.
'ORTAK DÎL TURKÇE'
Îca gava Mana ev çîroka xwe digot, du serpêhatî hatin bîra min. Yek jê li Mêrdînê bû. Li wir helmeta hilbijartinê bû û civîn çêdibûn. Namzet û kadirên me yên kurdan diaxivîn. Îca piştî hinekî beşdar bi kurdî axivîn. Yekî ji wir de bang kir û got, em bi "ortak dil Turkçe" biaxivin.
LI ALMANYAYÊ 'ORTAK DÎL'
Welhasil ew beşê Kurdistanê bindest e û mejiyê xelkê jî ji televizyon û medyaya serdestan e. Loma ez mezin nakim. Lê meseleya din ji Almanyayê bû. Şahiya Newrozê bû. Belkî 500 kes li salonekê civiyabûn û hunermendekî kurd hatibû. Hunermendî jî di nav re çîrok û serpêhatiyên xwe digotin. Yekî ji wir jî bang kir "ortak dil Turkçe" jî bi kar bîne. Nizanim heman kes ji Mêrdînê hatibû yan yekî din bû lê kî bîra wê dine ku li Almanyayê jî "ortak dil" tirkî be, ne kurdî ne jî almanî be.
Îca ez ê jî wekî Manayê ji bo zimanê hevpar gotina zimanê muşterek bi kar bînim û vê bibêjim; heta ku em zimanê muşterek nekin kurdî, em ê ne tenê li welêt lê belê li diasporayê jî perçewerçe bin.
Nîşe: gep kirin, axivîn an jî peyivîn e bi devoka Xorasanê.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


