logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

Trêna Reşo!

Di jiyana gundewarî de bi taybetî zivistanan, beranberî derfetên kêm ên tevgera jiyanî û hilberînê, civak di nava xwe de

  • Dîrok: 20/03/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Di jiyana gundewarî de bi taybetî zivistanan, beranberî derfetên kêm ên tevgera jiyanî û hilberînê, civak di nava xwe de gelekî aktîf e.

Dîwan, civat vediguherin meydana çalakiyên cur bi cur. Dîwanên dengbêjan, lîstikên odeyan, şano, qerf, henek, vegotina çîrok û serpêhatiyan, devavêtin hin ji aktîvîteyên zivistanê ne. Di van dîwan û civatan de kes, malbat, gund an eşîr, heta axa dibûn mijara guftûgoyan. Hin navlêkirin an lexabên li wan hatine kirin, tevî çend nifş derbas bûne jî li ser wan mane. Li gundê me, “mala kermiriyan”, “mala şepirze”, “mala gurî”, “mala mahciran”, “mala pelê” hebûn.

Piraniya biwêjên herêmî jî di diyalog, sohbet an gengeşiya jiyana rojane ya gund an herêman de afirî ne. Hostayên peyvê heger kesek an malbatek dane ber çavê xwe, xilasî ji destên wan tune ye. Lexaba xwestin, navê xwestin wê li wan bikin û biwêja ku bixwazin di ser wan re biafirînin wê biafirînin û di civakê de jî bidin qebûlkirin.

Heger muxatebê vê yekê bêdeng bimîne, an bikene û derbas bibe, dibe ku ji wî navî rizgar bibe. Lê belê heger muxatebê mijarê ji ber vê hewldanê bêzar bibe, hêrs bibe yanî qebûl neke û li ber xwe bide, wê demê şansê wî namîne. Ji ber ku kesên xwestin wî nav-lexabê an biwêjê biafirîne, vê carê bi kêfxweşiyeke zêtedir hewldanên xwe didomîne. Heta ku kesê behsa wî tê kirin jî rewş, nav an kirasê lê hatiye fesilandin, qebûl bike, ev hewldan didome. Li gundan piraniya malbatan bi lexaba kesek ji mezinên wan, bi navlêkirina ji ber rewşeke wî ya taybet an biwêjek ji gotinên wî afirandine, ferz kirine, tên nasîn. Ji bo biwêjên herêmî jî dixwazim çend mînakan bidim.

Hewara Girberaz

Li herêma Nisêbînê bi taybetî li çend gundên derdora di navbera Nisêbîn û Hezexê de navdar e. Ji bo tinazpêkirin an biçûkxistinê tê bikaranîn. Wekî tê zanîn ‘hawar’ tê wataya alîkariya lezgîn a demên şerê giran an kerasetên mezin. Dema şer diqewimî, mirovan radihişt çekên xwe û diçûn alîkariya xizm, dost an hevalbendên xwe. Navê vê tevgerê jî ‘hawar’ an ‘çûyîna hawarê” ye. Lewma tevgereke qels, an hewldana kesekî ne xwedî taybetmendiyên rakirina bar be “hewara girberaz” tê bibîrxistin. Dirêjahiya wê jî wisa ye: Hewara Girberaz kişiya, kişiya, kişiya; Hisik û du se.”

Dîsa li gundekî Midyadê ji bo kesê dikare, lê bi xwe re nabîne bi karekî rabe, dibêjin “De rabe Cehfo”. Li gorî serpêhatiya li vî gundî, Cehfo kurekî 11-12 salî ye û li meydana gund rûniştiye. Gava çav bi garana gund dike dike hewar, “Gundîno, xeberê bidin diya min bibêjin, wî garana gund tê, Cehfoyê te li meydana gund rûniştiye, were bi hewara wî ve, yan na wê di bin lingê dewar de bimîne.” Hingê xelkê jê re gotiye, De rabe Cehfo. Li wir nesekiniye û îro jî li wan deveran ji bo kesên bixwerenedîtî dibêjin, de rabe Cehfo.

Ma bû trêna Reşo

Li herêma Gimgimê ev biwêjeke navdar e. Ji heval û dostên Gimgimî gelek caran min li versiyonên çîroka biwêja, “Trêna Reşo” guhdarî kiriye. Dema li herêmê mirovek tiştekî gelekî mubalexa bike, derewê bike, yekser refleksa, “Çawa çêbû! Ma bû trêna Reşo” tê nîşandan.

Çîroka biwêja, “Trêna Reşo” balkêş e.

Reşo yê ji Gimgibê mîna karker tê Almanyayê û li bajarê Eyaleta Westfalya Bakûrê Renê li Wuppertalê bi cîh dibe. Bajar li her dû aliyê çemê Wupper ê ku baskekî çemê Renê ye, hatiye avakirin. Di sala 1901’ê de xeteke trênê ya daliqandî (Schwaebebahn) hatiye avakirin. Trên a daliqandî 8 metroyan ji erdê, 12 metroyan ji çemî bilindtir e. Li seranserê bajêr di ser çem re mesefeya 13.3 Km’yan diçe û tê. Ji bo tûristan balkêş e ji ber ku ji jor ve mirov dikare li bajêr temaşe bike. Her wiha di sivikirina barê trafîka bajêr de jî roleke wê ya girîng heye.

Reşo ku demekê li Wuppertalê dixebite, dema vedigerê gundê xwe qala trêna daliqandî dike. Dibêje bi sedan mirov lê siwar dibin, tekerê wê li jor in, trên serjêr e û li hewa di ser çem re diçe…

Ev gotinên belengazê Reşo dibin sedem ku navê wî bi derewvanî derkeve. Ji wê rojê vê dema tiştek were mubalexe kirin, derewek bê kirin yekser biwêja, “Mîratê! Ma bû trêna Reşo” tê gotin.

Piştî bi dehên salan bi dehan malbatên Gimgimî li Wuppertalê bi cîh bûn û rojane li trêna daliqandî siwar dibin lê navê xirab ê Reşo li ser nehate guhertin.

Heta tê gotin ku Reşo kesekî ji gundê nêz ê li Wuppertalê xebitiye, vexwendiye mala xwe, ziyafeteke mezin dide, gundiyan tevan vedixwîne. Paşê ji kesê ku li Wuppertalê maye dixwaze qala trêna daliqandî bike da piştrast bibe ku ne derewvan e.

Lê belê ew kes dibêje Reşo li Wuppertalê trênê li ser erdê, rêyên hesinî hebûn wekî din haya wî ji tiştekî din ku tê bîra wî tune ye.

Piştî civat belav dibe, Reşo bi dilekî kul ji hevalê xwe dipirse, ka çima piştgiriya wî nekir. Ew jî dibêje; “Rast e, ez bi dehan caran li wê trênê siwar bûme. Lê Reşo gundî yeman in, jixwe nav li te kirine, bi Xwedê tu çi bikî ev nav ma li ser te, çi heqê te li min heye ku min jî bikin şahid, duvik an şirîkê derewa te.”

20.03.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Xelata Goethe didin Adonis

ad

Dengê Mezopomya 7 salî ye

ad

Piştî 25 salan li Stenbolê desthilatek nû heye (Hat nûkirin)

ad

Li Sinn Fein serdemek bi dawî bû

ad

Ayfer Duzdaş: Di muzîka kurdî de xitimînek heye

ad

Di balafirê de pirtûk xwend hat binçavkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname