Diyarname
Lîstikva Teatra Avesta ya bi navê "Araf" ku mijara wê li ser rewşenbîrê kurd Musa Anter e, vê carê li Amedê tê lîstin. Lîstik roja 2'yê gulanê, saet 20.00'an de dê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bê lîstin û 3'yê mehê jî wê li Navenda Çand û Hunerê ya Wêranşarê bê lîstin.
Lîstika ku ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Aydin Orak dike, jiyana zanyarê kurd Mûsa Anter kiriye mijar. Di lîstikê de Aydin Orak bi tena serê xwe dilîze, mûzîk Efkan Şeşen, ronahî Amed Çay, derhênerê dîmenê Huseyîn Karabey û alîkariya derhêner Bîlal Bulut û Aram Dildar dikin.
Araf, bi deng û dîmenên Mûsa Anter û lîstikvaniya Aydin Orak, bi şêweyê şanoya dokumanterî hatiye amadekirin. Lîstik bi piştgiriya Konsolosxaneya Swêdê Ya Stenbolê û Şaredariya Nisêbînê derdikeve ser dikê.
"Araf" heta niha li gelek bajaran hatiye lîstin. Lîstik, li Enqereyê beşdarî festîvala şanoyê bûbû lê li Îzmîrê destûr nehatibû dayîn ku bê lîstin.