Diyarname
Li Stenbolê digel hemû êrîşan gel Newroz pîroz kir. Vane notên ji Stenbolê:
Pirs ev be: Li Stenbolê Newroz çawa çû, bersiv ev e: Li Stenbolê digel hemû zordariya hêzên ewlakariyê yên dewletê kurdan Newroz pîroz kir.
Vane not:
- Waliyê Stenbolê digel ku hefteyek berê destûr dabû jî piştî biryara hikumetê du roj berê biryara qedexeya Newrozê da. Lê BDP'ê biryar da ku dê teqez li Kazliçeşmeyê pîroz bike û ji bo vê jî xebata xwe dom kir.
- Ji serê sibê de kolanên wekî Onuncu Yil (hemû kolanên bakur-bakur ên qeraxa berê û deriyê Belgiradê), hemû ketinên Zeytinburnu, Kolana Abay Caddesi û Kuçeya Zakirbaşi, kolanên ber Nexweşxaneya Yedikule a Singan, Nexweşxaneya Balikli, Rêya Halê ya ji Anit Mezar tê, Kolana Muammer Aksoy (ber bazara Kazliçeşme, bi gotineke din hemû rêyên ku diçûn Kazliçeşme hatin girtin.
- Tramvaya ku ji 500 Evler dihat li Şehitlik (sê rawestgeh dûrî Topkapi ye) dihat rawestandin û ji wir wêdetir nediçû.
- Metrobus di rawestgehên wekî Bayrampaşa, Topkapi û Cevizlibag (bi peyatî ji vir gel dikaribû here Kazliçeşme) nesekininîn. Gelek kesên bi Metrobusê hatin li Merterê peyabûn û ji wir ber bi qadê ve çûn.
- Li dora sûrên Topkapi, li aliyê Yedikuleyê, li navenda Topkapi, li taxên Zeytîrbûrnu, li gelek cihên din di navbera polîsan û gel de pevçûn derket. Polîsan her cihek ku komek gel li cem hev didît bombeyên çavsotîner diavêtin.
- Komên ku ji polîsan reviyan li parkên Zeytînburnu hatin ba hev û agir pêxistin. Li Parka Merkezefendiya Zeytirbûrnû, li Seyitnizam, li taxa Beştelsiz bi hezaran kes hat ba hev û govend gerandin lê polîsan piştî demekê êrîşê wan jî kir.
- Li aliyê Bayrampaşayê ciwanan rêya mezin a E-5'ê girt. Kevir avêtin ser rê û rê demek girtî ma.
- Gelên ku ji Başakşehir û Beyogluyê dihat hatin astengkirin û nexistin qadê.
- Ji serê sibê de heta piştî nîvro firokên polîsan her li ezmanan difiriya û pêre talîmat didan polîsên li jêr. Gel jî her ku firok bi ser wan ra difiriyan tiliyên serkeftinê bilind dikirin û diruşm qîrandin.
- Li dora Cerrahpaşayê jî de di nav bera gel û polîsan de pevçûn derket. li vê derê jî polîsan bi têra xwe gazên çavsotîner avêtin gel. Hate gotin ku polîsan gaz avêtiye Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê jî.
- Li gor agahiyên ku hatin Mahmut Afpar û Zana Ardogmuş ji ber bombeyên çavsotîner li serê wan ketiye birîndar bûn û ew rakirine nexweşxaneyê.
- Li Kanaryaya Kuçukçekmeceyê ji ber ku otobusên şaredariyên seferên xwe betal kirin, bi hezaran kes hat ba hev û ji bo Newrozê govend gerandin.
Li Kartala Stenbolê ku polîsan nehişt herin Newrozê li taxê hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.
- Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak bi Midûrê Emniyeta Stenbolê re nîqaş kir.
- Bi kurtahî li STenbolê pîrozbahî û pevçûn, rev û careke din kombûna ser hev a gel bi saetan dom kir. Digel her tiştî kurdan Newroz bi zorê pîroz kir.
- Li Stenbolê li gor agahiyên ku hatin li dor 150 kesî hatine binçavkirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Bernameya BDP’ê ya Newrozê eşkere bû
- Agahiyên dawî yên li ser Newrozê
- BDP: Em ê Newroza Stenbolê di 18’ê mehê de pîroz bikin
- Demirtaş: Emê walîtiyê ji holê rakin
- Ji bo BDP'ê qedexe, ji bo Walî serbest e!
- Ev afîşa Newrozê hat qedexekirin
- Di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan
- Vaye bernameya Newroza 2012'yan