Diyarname
Her roj bi dehan nûçe li ser Rojava têne weşandin, me sê jê yên girîng hilbijartin:
Rusya bang li Tirkiyeyê kir
Berdevka Karên Derve ya Rusyayê Maria Zaharova bang li Tirkiyeyê kir û got: "Bila Tirkiye êrîşê tu muxalifên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin neke. Em ban li hemû aliyan dikin ku tenê berê xwe bidin terorê."
DYA ket navberê
Gazeteduvar îro nûçeyeke wisa weşand: "Berdevkê Konseya Leşkerî ya Cerablûsê Elî Hico got ku ji bo berdewamiya şerawestin leşkerên taybet ên Amerîkayê ketine navbera me û leşkerên tirk." Yanê di nav her duyan de sînor Çêkiriye ku pevçûn nedome.
Êrîşe gundên Efrînê kirin
Vê êvarê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê bi bombeyên mîsketê êrîşe mewziyên YPG'ê yên li gundê Çeqla ya girêdayî Şiyê ya Efrînê.