Diyarname
Mijara "Reveberiya xweserî çi, çima, li ku?" tê nîqaşkirin.
Rojeva kurdan bi meseleya xweseriyê ve tije ye. Ji bo vê yekê şaredar û kesên ji rêzê têne girtin, bajar têne dorpêçkirin, derketina kuçeyan tê qedexekirin. Û tevgera kurd ev demek e li ser vê xebatê panelan jî li dar dixe û dixwaze mesele bê fêmikirin. Yekj i van panelan jî sibê dê li Stenbolê li dar bikeve.
Panel ji aliyê HDP'ê û Meclisa Plankaren Bajaran a Muhendiz û Mîmaran ve tê orgenîzekirin.
Panel wekî du baş dê li dar bikeve û mijarên wekî Rêveberiya cewherî çi ye, di nav pergala kapîtalîst de çawa, çiqas dikare çêbibe? Rêveberiya Cewherî çi, çawa diguherîne? Têkiliya Rêveberiya Cewherî û civakê?
Di van çarçoveyan de di panela yekemîn de wê akademîsyen Çetin Gurer, mebûsê berê û endamê LRN ya DBP'ê Demîr Çelik, edîtor Mehmet Sezgin û parêzer Pinar Bayram li ser meseleyê biaxivin.
Di panela duyemîn de jî wê meseleya di nav jiyana rojane de Rêveberiya Cewherî çawa dibe, dê çawa be, dê çi bi xwe re bîne?, Ceribandinên li dinyayê çawa ne? Mînaka dawî Rojava bê nîqaşkirin. Di vê beşê de jî wê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, nivîskar Metin Yegin û Yusuf Karataş li ser meseleyê biaxivin.
Her du panel roja şemî 21'ê mehê saet di navbera 14.00-1900'an de li Taksim Hill Otelê li dar dikevin.