Diyarname
Hunermendê navdar Tarkan piştî 7 salan albumeke nû derxist. Wî navê "Kuantum 51" lê kiriye. Ya herî balkêş jî ew e ku ji bo albumê 20 mîlyon TL pere xerc kiriye.
Di albuma Tarkan "Kuantum 51" ku ji Hitt Muzîkê derketiye de 12 stran cih digirin. "Yo", "İllallah", "Olay", "Şerbetli", "Muteşekkir", "Darmaduman", "Ayrilik Toreni", "Kalpte Savaş", "Çinar", "Enseyi Karatma", "Sorma Gitsin" û "Vatanimsin" stranên ku di albumê de cih girtine ne.
Li gor nûçeya Muge Dagistanli hunermend Tarkan bi mehan berê dest bi xebata albumê kiriye û ji bo vê yekê 4 studyoyên cüda di heman demê de bi hev re dane xebatê, ji bo albumê klîb jî kişandine.
Album ligel bi awayê fîzîkî çapkirî, li ser platformên dîjîtal de jî hat belavkirin.