Diyarname
YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) bi pişkeyê cihê berendamên Serokomariya Tirkiyeyê di pisûlayan de diyar kir. Li gor vê pişkeyê Serokwezîr û berendamê Serokomariyê Erdogan di rêza yekem, Selahattin Demirtaş di rêza duyem û Ekmeleddin Îhsanoglu jî di rêza sêyem de cih girt.
Hilbijêr bixwazin dengê xwe bidin kîjan berendamî dê mohra xwe li qutîka van ya bin wêneyê wan bide.