Agirê Olîmpiyatê hat pêxistin
Par Olîmpiyat li Yewnanistanê hatibû li dar xistin. Ji bo vê yekê pêşî li Yewnanistanê meşaleya Olîmpiyatê hate pêxistin. Meşale dê di 34 rojan, di 5 parzemînan de 23 bajaran bigere û di 3'yê avrêlê de jî bê Stenbolê.
Olîmpiyata îsal li Çînê li dar dikeve. Ji bo vê yekê duh li Pekînê jî merasimeke ji bo Olîmpiyatê li dar ket. Rêxistinên mafên mirovan ji ber kirinên Çînên yên li ser Tibetê xwestibûn ku olîmpiyat li Çînê pêk neyê. Di merasima duh de jî tu tîbetiyan tam di dema axaftinê de derketin pişt kursiya axaftinê û çalakî li dar xistir, polîsan ew di cih de ji qadê derxistin û girtin bin çavan.