Diyarname
Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî got ku dê hilbijartinê Parlemena Herêma Kurdistana Federe di dema xwe de li dar bikevin.
Ji bo hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistana Federe wekî roja 10'ê pûşpera 2024'an biryar hatibû girtin. Li ser vê nîqaş didome, çendek berê PDK'ê gotibû, "Em beşdarî hilbijartinê nabin". Nîqaşan wisa dom dikir. Niha bersivek ji Serokê Giştî yê YNK'ê hat.
Li gor nûçeya Pukmediayê, Talabanî ligel Balyoza DYA'yê ya Iraqê Elena Romanowski hevdîtin çêkiriye. Di vê hevdîtinê de li ser mijarên siyasî aborî û ewlehî hatiye axivîn. Talabanî li ser hilbijartinê jî wisa gotiye, "Em rêzê li biryaran digirin û rijd in li ser lidarxistina hilbijartinan di roja diyarkirî de û em dixwazin prose bi awayeke şefaf û paqij bi rê ve biçe û daxwazên hemû aliyan bicih bînin."
Li aliyê din duh Koalîsyona Rêveberiya Dewletê ya Iraqê ligel heyetên YNK û PDK'ê li Bexdayê hevdîtin çêkiribû.
***
Li ser hilbijartinê hin Nûçeyên Eleqedar:
- PDK, 'Em beşdarî hilbijartinê nabin'
- Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê diyar bû
- Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin
- Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve?
- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin
**
- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn
- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir