Þerefnameya Kurdan û Mîr Þeref
REWÞAN DENIZ
Sala 1597’an 13’ê Tebaxê/Gelawêjê yek ji berhemên herî muhim ên li ser dîroka Kurdistanê "Þerefname" qediya. "Þerefname" dîroka dewlet û mîrtiyên Kurdistanê ye bi þiklê ku Mîrê Bedlîsê yê hingê Þerefxanê Bedlîsî ji adeta nivîsê ya hingê belav hatiye nivîsandin. Yanî berî wefat bike bi 6 salan wî ev berhema xwe ya ku wê navê wî heta îro bianiya, qedand. Em bi roja mirina wî nizanin, lê ew wekî îro (25’ê Sibata/Reþemiya) sala 1543’yan hatiye dinê.
Ew wekî kurê mîrê Bedlîsî li derveyî Kurdistanê hat dinê. Ew di serdema Împaratoriya Safewiyan de di navbera Qûm û Erakê de li gundê Germerûd ê wilayeta Merkezî hatiye dinê. Li derveyî Kurdistanê, lê bi berhema xwe Þerefname, wî tesîreke mezin li nihêrîna li Kurdan a ji derve kir. Wî bi awayekî kite bi kite agahiyên li ser mîrîtiyên kurdan ên sedsala 16’an û beriya wê di berhema xwe de nivîsandin.
LI SIRGUNÊ HAT DINÊ
Hingê Osmaniyan bavê wî Mîr Þemsedîn sirgûn kiribû. Bavê wî ji mîrên Rojkiyan bû ji herî kêm ji sedsala 9’an ve bê navber li Bedlîsî hukm dikir. Wî bi navkirina xan a ku îþaret bi mezinên eþîrê dikir tercîh nedikir. Wî bi xwe ji xwe re Mîr Þeref digot, û dewletdarî bêhtir layîqî xwe didît. Piþtî xezeba Osmaniyan malbata wî xwe spart bextê Sefewiyan. Ji ber wê jî ew li qesra Þah Tehmasb perwerde dibe, tevî zarokên þahî.
Sala 1596’an wî dê ji bo zarokatiya xwe binivîsanda: “Gava ez bûm 9 salî (1551) ez ketim herema xisûsî ji bo sê salan (yanî heta 1554'an), min xizmeta malbata wî þahê xuypak kir wekî pêþxizmetê nava qesrê.”
Bedlîsî dersên fiqih, Quran û þerîetê jî li vir dîtin. Çawa balix bû jî ew ê wekî fermandarê þerî bihata perwerdekirin. Wî dersên siwariyan, tîr û kevanê, þerê þûr û mertalan dîtin. Vê perwerdeyê kir ku ew qîmet bide ilim û perwerdeyê. Li Bedlîsê wî dê paþê di navê de Medreseya Îhlasiyê jî wê 4 medrese bidana avakirin.
ZÛ LI ÞAH TEHMASB QULIBÎ
Sala 1576'an Tahmasb ew kir Mîrê Mîranê tevahiya eþîrên kurdên li Îranê. Ew vî navî û vê wezîfeyê qebûl dike. Lê du sal nakevin navê, ew ji vê digere û pêþniyazî Osmaniyan dike ku bi 400 eskerên xwe di þerê li dijî Sefewiyan de cihê xwe bigire.
Lê ev hema wisa neqewimîbû; giregirên eþîra Rojkan xwe gihandibûn cem Mîr Þerefxan û ew qaneh kiribûn ku pêþniyaza Osmaniyan a vegera li Mîrtiya Bedlîsê qebûl bike. Sultan Murad ê Sêyem ê Osmaniyan li ser vê sala 1578’an qebûl dike ku Þerefxan Bedlîsî bibe Mîrê Mîrîtiya Bedlîsê. Di navbera 1578 û 1588'an de Þerefxan ew kes bû ku tevahiya þerên Osmaniyan li dijî Sefewiyan bi rê ve bir. Sala 1597’an wî karê Mîrîtiyê da kurê xwe Þemsedîn û heta mirina wî jî ev wisa bû.
CIHÊ ÞEREFNAMEYÊ DI DÎROKNÛSIYA KURDAN DE
Þerefxan Bedlîsî ji bilî hukmraniyê, gelekî elaqedarî þiirê, nezmê û hunerên din jî bû. Demeke dirêj ew li ser wê yekê difikirî ku kitêbekê li ser dîroka Kurdistanê binivîse, lê wî karî hîna nû 1597’an dest bi nivîsandina kitêba xwe bike û heman salê 13’ê Tebaxê/Gelawêjê jî nivîsandina kitêbê qedand. Kitêba Þerefname, dîrokê li çar beþan parve dike. Qismê pêþî li ser dîroka dewletên (Sultanat) kurd ên wekî Merwanî, Hesenwayhî, Fedluyî yên Loristana Mezin, Mîrîtiyên Loristana Piçûk, Eyubiyan e. Qismê duyan li ser wan mîrîtiyan e ku pere derb kirine û xutbe li ser navên xwe dane xwendin. Qismê sêyem li ser hukimdarên xanedaniyan in. Qismê çarem jî li ser hukimdarên Mîrîtiya Bedlîsê bi xwe ye. Wî ji bo berhemê gelek wêneyên bi terzê mînyaturan jî dane xêzkirin. Destxeta Þerefxan Bedlîsî ya Þerefnameyê bixwe wê ji ber bihata girtin û li welatê Osmanî û Sefewiyan li qesrên gelek mîr û began belav bibûya. Destxeta herî kevin a berdest ji saal 1599´an e û ev destxet li Saint Petersburgê ye.
DESTXET Û WERGERÊN ÞEREFNAMEYÊ
Ev berhem bi farisî hatibû nivîsandin û heta ku Mela Mehmûdê Beyazîdî ew sala 1879’an wernegerand Kurmanciyê jî (Anwar Soltani dibêje, werger sala 1858’an hatiye kirin*), tu wergera wê ya bi kurdî nebû. Destxeta vê wergerê îro li Kitêbxaneya Neteweyî ya Rûsyayê ye. Ew ewil sala 1986’an hat çapkirin. Mamoste Hejar (Abdurrehamn Þerefkendî) Þerefname wergerand Soranî û berhem sala 1972'yan hat çapkirin. Lê wergerên bi zimanên din ji mêj hebûn. Hê sala 1669´an Mihemed Begê kurê Ehmed Begê (Katibê Mîr Þerefxan bûye) Þerefname wergerand Tirkî. Tenê 15 salan piþtre katibekî Mustefa Begê yê bi navê Þamî yê ji Egîlê jî berhem wergerand tirkî. François Charmoy Þerefname wergerand fransî û salên 1873 û 1875’an ew li Saint Petersburgê dan çapkirin. Þerefname heta îro ji bo zimanên wekî erebî, îngilîzî, tirkî, rûsî, yewnanî, ermenî û gelek zimanên din jî hatiye wergerandin.
* Ji bo li ber hevgirtinê û her wiha ji bo agahiyên berfireh ên li ser destxet û wergerên Þerefnameyê binihêre li Anwar Soltani: http://kurdistanica.com/the-sharafnama-of-bitlisi-manuscript-copies-translations-and-appendixes/
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin