Hewlêr
Li ser pirsgirêka hilbijartina Herêma Kurdistanê şandeyên hilbijartinê yên Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hev civiyan û daxuyaniyek hevbeş da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civîna ku erênî derbazbûyî de têgihîştinek hevbeş li ser guhertina yasaya hilbijartinê û ji nû ve çalak kirina Komîsyona Hilbijartin û Referandûmê hebû, bi vê armancê wê nûnerên her du aliyan li Parlamentoya Herêmê dest bi pêngavên yasayî bikin.
Her wiha hate ragihandin ku wê nêrînên partiyên din ên siyasî jî li ber çavan bên girtin û wê ji pêkhateyan li ser nûnerên wan, nêrîn were girtin.
Heman demê de Serokê Fraksiyona PDK’ê Zana Mela Xalid û Serokê Fraksiyona YNK’ê Ziyad Cebar piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Serokê Fraksiyona PDK’ê Zana Mela Xalid destnîşan kir ku li gel YNK’ê têgihîştinek me ya baş heye, gelek baş e ku xalên hevbeş ên navbera her du aliyan de zêdetir bûn. Her wiha diyar kir ku li gel YNK’ê di rêzgirtina li îradeya pêkhateyan de hemfikir in.
Serokê Fraksiyona YNK’ê Ziyad Cebar jî destnîşan kir ku têgihîştinek baş heye û wê civîn jî berdewam bikin.
Ev salek e hilbijartin li dar neketiye
Li Herêma Kurdistana Federe divê par di meha pûşperê de maweya hikumetê temam bûbû, divê hilbijartin çêbiba, lê ji ber her du partiyên mezin lihev nekirin hilbijartin çênebû û hê jî çênebûye. Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî biryarname îmze kiribû ku 1'ê kewçêra 2022'yan li dar bikeve lê dîsa hilbijartin li dar neketibû. Niha hê nediyar e dê kengê li dar bikeve. Tê gotin ku meha pêşiya me dê dîroka lidarketina hilbijartinê bê eşkere kirin.


