Diyarname
Nîqaşên li ser lidarketina hilbijartina Herêma Kurdistana Federe didomin. Niha jî tê qalkirin ku di meha pûşperê (hezîranê) de li dar bikeve.
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Hakim Umer Ehmed ragihand ku komîsyon ji bo lidarxistina hilbijartinan li gorî pîvanên navneteweyî amade ye. Ehmed got; “Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 5 heta 10’ê pûşpera îsal wê li dar bikeve."
ÇÎROK Û DÎROKA HILBIJARTINÊ
Li Herêma Kurdistana Federe herî dawî di sala 2018'an de hilbijartin li dar ketibû. Li gor zagonê divê 4 salan carek hilbijartin lidar bikeve lê partiyên li Başûr li hev nakin. Hilbijartina ku divê roja 1'ê kewçêra 2022'yan de li dar biketa lê li dar neket. Roja 9'ê kewçêra 2022'yan biryar hat girtin ku salek bi paş ve bixin. Ji bo 2023'yan biryar ew bû ku Roja 18'ê rêbendana 2023'yan li dar bikeve, lê nebû û dîsa paş ve avêtin. Vê carê roja 3'ê gelawêja 2023'yan biryar dan ku roja 25'ê reşemiya 2024'an hilbijartin li dar bikeve. Lê dîsa nebû. Û niha jî ji bo meha pûşpera 2024'an nîqaş tê kirin.
Hê biryara fermî ji bo hilbijartinê nehatiye dayîn lê qala serê pûşperê tê kirin.
Hilbijartinên Herêma Kurdistanê di sala 2013'yan de jî, di sala 2017'an de jî di dema xwe de nehatibûn çêkirin.
DADGEHA FEDERAL 11 KOTA BETAL KIRIN
Li aliyê din roja 21.02.2024'an Dadgeha Federal ya Iraqê yasaya hilbijartinan a Hikumeta Herêma Kurdistanê guhert û 11 kursiyên kotayan betal kirin. Bi vî awayî hejmara kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 kursiyan daket 100 kursiyan. Li ser vê yekê jî hê nîqaş didomin. Aliyê kurdan dibêjin ku ev biryar ne li gor Zagona Bingehîn a Iraqê ye.
***
Li ser hilbijartinê hin Nûçeya Eleqedar:
- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin
- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn
- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir


