Diyarname
13'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Berlînê ku 6'ê mehê dest pê kiribû, heta 12'yê mehê didome. Îsal mijara bingehîn a festîvalê rojhilatê Kurdistanê ye. Festîvalê êvara 6'ê mehê bi nîşandayîna fîlmê Ayşe Polat "Kor Nokta" dest pê kiribû.
Îsal di festîvalê de 50 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene. Fîlm li salonên sînemayê Babylon, FSK û Movimentoyê têne nîşandayîn. Piştî 10'ê mehê wekî online jî dê fîlm bêne nîşandayîn.
Festîvalê par wekî mijara bingehîn Rojava hilbijartibû, îsal Rojhilat hilbijartiye û di vê çarçoveyê de fîlmên ji Rojhilat têne nîşandayîn. Dîsa ji bo Jîna Emînî û rojhilatê Kurdistanê dê pêşangehek bi navê "Jin Jiyan Azadî" li dar bikeve û panelek jî bê sazkirin. Derhêner Taha Kerîmî û Rehîm Zabîhî di temenek ciwan de canê xwe ji dest dan. Ev her du derhênerên ji Rojhilat jî di festîvalê de têne bibîranîn.
Ji bo agahiyên zêdetir:
- https://kurdisches-filmfestival.de/


