RIHA
Berendamên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr û Leyla Akça 37 projeyên xwe yên ji bo bajêr ragihandin.
Baydemîr û Akça, projeyên xwe yên ji bo bajêr li Otela Nevalî bi çapemenî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re parve kirin. Di civînê de Baydemîr got ku hilbijartina şaredar li bajêr tê wateya hilbijartina hikumetê û destnîşan kir ku pîvana wan zelalî, beşdarî, demokratîkbûyîn, wekhevî, vekirîbûna ji kontrolê û baweriya bi hêza cewherî ye.
Vane projeyên ku Baydemîr eşkere kirin:
- Sîstema rêyên hesinî ya sivik
- Projeya rêyên tenê ji bo peyayan û bîsîkletan
- Çêkirinên polîtîkaya otoparkan
- Otoparkên taybet ên qat bi qat
- Navenda Lojîstîkê
- Têkoşîna li dijî narkotîkê û navenda rehabîlîtasyonê
- Navenda alîkariya bi zarokan re
- Navenda alîkariya bi astengdaran re
- Mêvangeha Jinan
- Bankayên xwarin, kincan
- Avahiyên civakî
- Kampa havînê ya zarokan
- Parka Rizgariyê ya 11'ê Avrêlê
- Daristana Bajêr a Edessa
- Navenda Zanistiyê ya Edessa
- Peysaja coya avdanê ya DSÎ
- Ji bo her taxê parkek
- Parka Jiyanê ya Ekolojîk a Serê Kaniyê
- Seyrangeh û qadên tûrîzmê li qiraxa Bendava Ataturk
- Daristana Bajêr û sererastkirina qeraxa Sêweregê
- Navenda sporên avê ya Xelfetiyê
- Rêya perav û seyrangehan a Hewengê
- Baxçeyên Bajêr
- Desteya Estekîk a Bajêr
- Bikaranîna enerjiya paqij a dikare bê nûkirin
- Qada Fûarê ya Rihayê
- Navenda Kongre û Çandê ya Yilmaz Guney (Pirtûkxaneya Ahmet Arîf)
- Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Yilmaz Guney
- Festîvala Muzîkê ya Kazaci Bedîh
- Muzeya Saîdî Nûrsî
- Festîvala Kevokan a Rihayê
- Kolana Kevokan
- Projeya Serakarî û Tûrîzma Termal a Karali
- Projeya başkirina taxê û qada sît a bajarvanî
- Projeya Karakoyûn û Meydana Samsat a nû
- Bazara berhemên herêmî
- Çiflika Hespê Ereban (Klub û Dibistana Siwariyê)
Baydemîr got ku ligel van 37 projeyan ewê ligel bajaran bersivê hemû pêdiviyên bajêr û projeyên ku şaredariya berê dane dest pê kirinê jî dê bi revîzekirinê wan jî bidomînin. Civîn bi pirs û bersivan dom kir û diruşmên "Riha bi ser serbilind e" hatin berzkirin.