Diyarname
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî got ku divê hilbijartinên Parlemena Kurdistanê neyên paşxistin û bi awayekî adil û şefaf bên lidarxistin.
Talebanî îro ligel Konsolê Giştî yê Îmaratê yê Iraqê civiya. Li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê ku par li dar neketin û avêtin îsal, îsal jî mehên pêş hatin betalkirin û avêtine meha 6'an, got divê hilbijartin zêdetir neyên paşxistin. Talebanî wisa got, "Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi awayekî adil û zelal bên kirin. Pêwîst e hilbijartin zêde neyên paşxistin û heta roja ku di demeke nêzîk de ji aliyê serokatiyê ve bê diyarkirin.
Qubat Talebanî got, em hewl didin hemû pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li gorî destûrê çareser bikin.
Talabanî di hevdîtinê de li ser têkiliya ligel Îmaratê jî wisa got: “Hikumeta Herêma Kurdistanê amade ye hemû cure îmkanan pêşkêşî sermayedarên Îmaratê bike, bi taybet di warê pîşesazî, çandinî û geştiyariyê de."
***
Li ser hilbijartinê hin Nûçeyên Eleqedar:
- Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve?
- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin
- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn
- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir