Diyarname
Îro YNK û PDK ji bo hilbijartina Başûr ligel Komeleya Dadgerî, Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî li hev civyan û di civînê de her 5 aliyan li ser şêwazê hilbijartin û qeydkirina dengdêran li hev kirin.
Li gor nûçeya Rojnewsê, her 5 aliyan li ser 5 xalên hevbeş li hevkirin. Li gorî agahiyan, li ser karkirina Komîsyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê û sîstema hilbijartinê ya çar bazineyî ya li parêzgehên Herêma Kurdistanê li hev kirine.
Her wiha aliyan li hevkirin ku daneyên Wezareta Plandanînê ya Iraqê û tomarên biyometrîk ên Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê bi hemû pêdawîstiyên wî ve bikar bînin.
Biryarek din a civîna navbera her 5 hizban de ew e ku serokatiya Parlamento û Fraksiyonan ligel pêkhateyan li derveyî Parlamentoyê civînek li darbixin.
Hilbijartina li Herêma Kurdistana Federe divê par di meşa pûşperê de li dar biketa, lê ji ber li hevnekirinê ji bo salek hat bi paş ve xistin. Lê hê jî ne diyar e dê kengê li dar bikeve. Di vî warî de dixebitin.
Nûçeya Eleqedar:
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn