Diyarname
Piştî girtina DTP'ê 98 şaredarên DTP'yî roja 23'yê mehê bi merasimekê beşdarî BDP'ê dibin.
Piştî ku 11'ê vê mehê DTP ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn ve hate girtin şaredarên DTP'yî biryar dan ku karê xwe di bin banê BDP'ê de bidomînin.
Li gor daxuyaniya BDP'ê şaredar 23'ê mehê roja çarşemê dê li Sumer Parka AMedê bi resepsiyoneke beşdarî BDP'ê bibin. Di resepsiyonê de dê Serokê Giştî yê BDP'ê Demir Çelik rozetê bi bersitûka şaredaran ve ke. Digel şaredan endamên meclisên şaredariyan jî dê beşdarî BDP'ê bibin.