Diyarname
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro eşkere kir ku hilbijartina li Herêma Kurdistanê wê roja 10’ê pûşpera 2024’an li dar bikeve.
Li Herêma Kurdistanê tu demê di dema xwe de hilbijartin li dar nakeve. Her gavê bi paş ve tê xistin. Ev hilbijartina ku ji bo îsal biryar hatiye girtin divê sala 2022'yan de li dar biketa. Ji bo par hatibû bi paş ve xistin lê partiyan li hev nekir û ji bo serê sala îsal biryar hatibû girtin. Lê dîsa li dar neket. Vê carê biryar hat girtin ku 10'ê pûşpera 2024'an de li dar bikeve. Ev biryar îro ji aliyê Barzanî ve hat ragihandin.
Barzanî wisa got, "Aliyên peywendîdar wê ji bo alîkarî û hemahengiya bi komîsyona bilind ya serbixwe a hilbijartinan re, girêdayî biryarê bin."
***
Li ser hilbijartinê hin Nûçeyên Eleqedar:
- Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin
- Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve?
- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin
- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn
- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir


