Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ji ber vîrusa koronayê îsal wekî du parçe li dar dikeve. Festîval divê di meha avrêlê de li dar bikeve lê vîrusê nehişt û beşa wê yekem wekî pêşbaziya neteweyî û pêşbaziya kurtefîlman di meha tîrmehê de li dar ket. Beşa Pêşbaziya Belgefîlman û fîlmên biyanî jî ji bo payizê hiştin ku ligel Fîlmekîmî lidar bixin. Niha bernameya Pêşbaziya Belgefîlman a Festîvala Stenbolê diyar bû.
Festîval di navbera 9-20'ê kewçêrê de li beşek sînemayan û li Platforma Online li dar bikeve. Bilêtên fîlman 2'yê meha pêşiya me têne firotin.
Di Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî de 11 belgefîlm hene û derhêner Rûken Tekeş, derhêner-sazkar Yasin Ali Turkeri û derhêner-hunermend Ezgi Kilinçaslan dê belgefîman binirxînin.
Belgefîlmên ku girtina nava pêşbaziyê ev in:
- Gobeklitepe Sakinleri / Derhêner Sedat Benek
- Ah Gozel İstanbul / Derhêner Zeynep Dadak
- Kadinlar Ulkesi / Derhêner Şirin Bahar Demirel
- Kuyudaki Taş / Derhêner Gokçin Dokumaci
- Miss Holokost Survivor / Derhêner Eytan İpeker
- Mimaroğgu / Derhêner Serdar Kokçeoglu
- Muhammed Ali / Derhêner Nursen Çetin Koreken, Umit Koreken
- Asfaltin Altinda Dereler Var! / Derhêner Yasin Semiz
- Tenere / Derhêner Hasan Soylemez
- Atik Sozlugu: Tanimların ve İmajlarin Geri Donuşumu / Derhêner Alper Şen
- Maddenin Halleri / Derhêner Deniz Tortum
Belgefîlm bi ser http://filmonline.iksv.org, Cinemaximum City's Nişantaşıi û Sînemaya Kadikoy bêne nîşandayîn.
**
-Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Festîvala Stenbolê vê mehê jî beşek ji fîlman pêşkêş dike
- Ji Festîvala Stenbolê 15 fîlmên biyanî hatin
- 'Îşe Yarar Bîr Şey' li benda we ye
- Festîvala Fîlman a Stenbolê hat betalkirin
- Vaye afîşa Festîvala Stenbolê


