Diyarname
Endamên Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman a Festîvala Fîlman a Stenbolê diyar bûn.
Festîvala ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê lidarxistin îsla di navbera 10-21'ê meha avrêlê de dê li dad bikeve. Yek ji pêşbaziya festîvalê jî Pêşbaziya Neteweyî ya Kurtefîlman e.
24'ê mehê dema serîlêdana fîlman a ji bo festîvalê temam bûbû. Beşa kurtefîlman jixwe re armanc dike ku pêşî li kesên dixwazin kurtefîlman bikişînin veke, piştgirî bide wan û fîlmên baş derxe holê.
Îsal di nav endamên juriyê de derhênerên kurtefîlman Konstantina Kotzamani, Gokalp Gonen û lîstikvan Boran Kuzum heye.
Bi piştgiriya Anadolu Efes dê kurtefîlmên yekemîn bi 5 hezar TL'yî bê xelatkirin. Yekîtiya Rexnegirê Sînemayê ya Navneteweyî (FIPRESCI) jî xelatê bide kurtefîlmekî.
Li aliyê din hemû kurtefîlmên derhêner
Konstantina Kotzamani di beşek taybet de dê bêne nîşandayîn. Kotzamani yek ji derhênerên yewnan e û van salan li wir zêdetir tê nasîn.
Kurtefîlmên Kotzamani heta niha li festîvalên wekî Cannes, Venedik, Berlin, Locarno natine nîşandayîn û xelat girtine.
Fîlmên Kotzamani ku dê bêne nîşandayîn ev in:
Electric Swan (2019)
Limbo (2016)
Yellow Fieber (2015)
Washingtonia (2014)
Morning Prayers (2013)
Arundel (2012)
Li Festîvala Fîlman a Stenbolê Lijneya Şewrê ya Kurtefîlman kurtefîlmên ku hatine ji bo pêşbaziyê hildibijêre ku di nav vê lijneyê de Berrak Çolak, Osman Nail Dogan û Asli Ildir hene
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelatên Rûmetê yên Sînemayê eşkere bûn
- Hitchcoock bi 15 fîlmên xwe tê Stenbolê