Diyarname
Na ev ne pirsek ecêb e, ev pirs raste rast ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim hat kirin...
Mesele ev e: Li Wanê ji ber ku du zarokên 12-13 salî bi kurdî stran gotin û govend gerandin. Polîsan ji ber vê yekê ew girtin bin çavan. Hemwelatiyên li derdorê bertek nîşan dan lê ligel vê yekê jî ew hatin binçavkirin. Mebûsê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim li ser vê yekê pirsiyarnameyek da Meclisa Tirkiyeyê û xwest Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim bibersivî ne. Nadir Yildirim ji Yildirim pirsa "Gelo bi kurdî axivîn, bi kurdî guhdarîkirina stranê û stran stirîn, ligel strana bi kurdî gerandina govendê qedexe ye?"