Amed
Li Amedê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji bo 15'ê GulaNê Cejna Zimanê Kurdî wê du hefteyan çalakiyên çandî li dar bixin.
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji bo vê yekê li gelek bajaran gelek çalakî têne li dar xistin. Li Amedê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê bernameya xwe ya ji bo Roja Ziman eşkere kirin.
Bernameyê wan 10'ê mehê dest pê dike û du hefteyan didome.
Va ye ew bername
10'ê Gulanê, Yekşem:
- Pêşbaziya Bazdanê
Saet 10'an li ber Sumerparkê dê bên ba hev, saet 11'an de ji ber Sumerparkê heta Deriyê Çiyê beşdar ji bo ziman dê bibezin
13'yê Gulanê, Çarşem:
- Dîwana Dengbêjan
Mizgefta Mezin/Sûr, Saet 15:00
15'ê Gulanê, În:
- Meş û Daxuyanî
Cih: Ji ber DBP'ê (ji ber Oryilê) heta ber Azc Plaza.
Saet: 17:00
- Pêşkêşkirina Lîstika Şanoyê: Moraşîn, Cih ÇandAmed, saet 20:00
16'ê Gulanê:
- Panel: Kirmanckî û Edebîyat
Moderator: Ozlem Baran, Axifger: Cemîle Tûrhalli, Mihemed Kurdî
Cih/ Dem : Parka Eyşe Şanê, saet 19:00
16-17ê Gulanê Şemî û Yekşem
Konên Çalakiyên 15'ê Gulanê; Çalakiyên zarok, jin, ciwanan
Cih;Sumerpark, saet navbera 12:00- 18:00
23'yê Gulanê Şemî
Panel: Pênûsên Ciwan Ên Romana Ciwan
Moderator: Dîlawer Zeraq, axifter Bêrîvan Karatorak, Ciwan Serhedyan
Cih: Eywana Alî Emîrî, Saet 14:00
24'ê Gulanê, Yekşem:
- Pêşbaziya Xwendina Helbestan
Cih, Eywana Alî Emîrî, saet 14:00″

**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman
- Saziyan qeybî 15'ê Gulanî bi kirmanckî deklerasyon wend: Kurdî hebûney ma wa


