Diyarname
Lijneya Rêveberî ya UEFA'yê (Yekîtiya Federasyona Fûtbolê ya Ewropayê) piştî civîna li Hirvatistanê carek din rê li ber tîma neteweyî ya Rusyayê girt.
UEFA'yê ji ber şerê Rusya û Ûkraynayê hemû sporên Rusyayê men kiribûn, niha biryareke din da. UEFA'yê ragihand ku wan Rusya ji Şampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê ya 2024'an men kiriye.
Ji bo Euro 2024'an li Hirvatistanê civîn hat çêkirin û ligel vê, hin biryarên din jî hatin girtin. Li gor vê Almanyaya ku dê mazûvanî bike dê beşdarî maçên hevtêkbirinê nebe, raste rast here Euro 2024'an.
Ji bo maçên hevtêkbirinê roja 9'e kewçêrê dê li Frankfurta Almanyayê pişke bê kişandin. 53 welat dê beşdarî pişkeyê bibin.
Ji 10 komên ku dê bêne sazkirin de di 7'an de dê 5, di 3'yan de jî her yekê 6 tîm hebin. Tîmên bibin yekemîn û duyemîn dê herin Euro 2024.
Ji bilî van 3 tîmên din di encama maçên play-offê ku dê adara 2024'an de bêne lîstin diyar bibin.