Cîhan Roj
Berî çendekê birêz Mûrad Ciwan di derbarê çîroka bi nave “sond” de di malpera Netkurdê de nivîsekê nivîsî. Îro Abidîn Parilti bêyî lêbikole, bêyî guh bide gotinên Mûrad Ciwan, Qedrî Can bi “întihalê” tawanbar kir!
Ger ew kes ne birêz Parilti bûya bi awayek însan dikaribû piştguh bikira; birêz Parilti analîzên edebî dike, nirxandinên hunerî dike, rexneyên hunerî dike. Ne ji wan kesan e ku bi wî awayî bi yekcarî ji ber xwe de gotinan bike. Ez metelmayî mam…Gelo ew qas asan e ku însan kesên wekî Qedrî Can, bi vî awayî, bi deh hezaran xwendevanên tirk bide nasîn! Na, diltenikî nakim, helbet çi rastiyên edebiyata me û wêjevanên me hebin gere bi eşkereyî bêne gengêşîn lê ne bi vî awayî!
Ez nizanim, her ku haya Abidîn Parilti ji nivîsa kek Mûrad hebûye jî çima serî pê re neêşandiye û Qedrî Can bi întihalê tawanbar kiriye!..
Mûrad Ciwan rexneyên li cih li wêjevan û weşangerên me girtiye. Rastiya wê çîrokê bi bîra me xistiye! Rê daye gengêşiyek berfireh. Ger ew gengêşî bê lidarxistin ez bawer im wê hêlekî Qedrî Can xwe li me zelal bike: “Qedrî Can ew wergerandiye kurdî û nehatiye gotin ku ew werger e, yan adaptasyon e, weka ku çîroka wî bi xwe be di Hawarê (Hawar Journal, No.33, 1944 ) hatiye weşandin… Di vê navberê de ez ne pirr bi îdîa me, lê dikare hin berhemên Qedrî Can ên din hebin ku yan ji hinan hatine wergerandin, yan jî adaptekirin, lê wek berhemên wî bi xwe hatine nîşandan. Divê ev mesele cidîtir bê lêkolan.”(Netkurd,19.12.20089)
Ev e, birêz Ciwan di nivîsa xwe de basha “întihalê” nekiriye. Bala me kişandiye ser wergêriya Qedrî Can. Bi tevî wergerê behsa adaptasyonê jî dike. Îtîraza me li hember gotinên kek Abidîn Parilti heye. Tu hewesa Qedrî Can tunebûye wê çîrokê wekî çîroka xwe rê bide. Çîrok bi xwe delîl e.
Kerem bikin kurtenîşeya Abidîn Parilti bixwînin (Radîkal Kîtap, 26.12.2008):
“Berî du hefteyan min di derbarê Qedrî Can de nivîsekê lêkiribû. Di nivîsê de min derkiribû ku çîroka wî a bi navê Sond gelek li xweşiya min çûye…Piştî nivîs hate weşandin ji Bozan Yaman ku ez rûmet li helbestên wî digirim maîlek hat ji min re. Yaman dinivîsand ku ew çîrok gelek dişibe çîroka Omer Seyfettîn a bi navê ‘And’. Û bi litûfkarî ew çîrok ji min re bi rê kiribû. Dû re Firat Cewerî jî ji ber heman sedemê li min geriya. Piştî demekê nivîskar û lêkolîner Mûrad Ciwan meseleyê di malperekê de zelal kir. Belê, edebiyata kurdî jî bi meseleyek întihalê re rûbirû bû. Qedrî Can, çîroka Omer Seyfettîn a bi navê ‘And’ bêyî bi nîşeyekê destnîşan bike, bi hinek guhertinan re di Hawarê de weşandibû…”
Yek, çîrok naşibe çîroka Omer Seyfettîn, çîrok çîroka Omer Seyfettîn bixwe ye. Birêz Parilti gotiye kek Firat Cewerî li wî geriyaye lê nêrinên Firat Cewerî ji xwendevanan re negotiye. Parilti dibêje Mûrad Ciwan meseleyê zelal kiriye lê xuyaye ku nivîsa Mûrad Ciwan tênegihiştiye. Mûrad Ciwan negotiye întihal heye gotiye nehatiye destnîşankirin ku bê werger e an adaptasyon e. Dîsa ger Parilti her du çîrok bida berhev û bixwenda dê bidîta ku ew çîrok cerib-werger e, serbest werger e ne întihal e. Parilti baş pê dizane ku mînakek wanî ya întihalê zore ku bê dîtin. Ez nizanim bê ji bo çi Parilti gotinên kek Mûrad en wekî, ‘nehatiye gotin ku ew werger e, yan adpatasyon e…’ li ber çav negirtiye…
De baş e, ji bo çi çîrok ne întihal e? Ger ne întihal be çi ye? Çi taybetiyên çîrokê hene û Qedrî Can xwestiye çi bike?
Ne întihal e lewre bi tevî navê çîrokê Qedrîcan çîrok li kurdî wergerandiye. Adaptasyon heye. Navê karekteran hatiye guherandin. Em nikarin bêjin wergerek normal e lewre hin beş jê derxistiye. Qedrî Can di wergerê de ji alî teknîkî ve xwe li ceriban girtiye. Xuya ye ku çîrok gelek li xweşiya wî çûye lê mudaxeleyî nêrînên nivîskêr kiriye. Mesela beşa dawî ya çîroka Omer Seyfettîn jê derxistiye (di wê beşê de Omer Seyfettîn hîsên xwe yên neteweperest derkiriye)
Gere em wê çîrokê di çarçoveya teknîka wergerê de niqaş bikin. Em lêbikolin ku bê Qedrî Can xwestiye çi bike û çi biceribîne. Çîrokê bi tirkî û bi kurmancî bixwînin hûn dê bibînin ku tu niyeteke Qedrî Can tunebûye ku wê çîrokê wekî çîroka xwe bide xuya kirin. Ji bo însan tiştek wanî bike gere hişê xwe winda bike! Bi tevî navê çîrokê paragraf bi paragraf li kurmancî wergerandiye.
Di edebiyatê de tê gotin ku hin berhemên adapteyî gelek serkeftî ne heta îhtimal e ku ji berhema xwerû serkeftîtir bin jî. Ev çîrok mînakek adpatasyonê ya xurt e. Ger heya wê çaxê di çîroka kurdî de adaptasyon nehatibe kirin (bi qasî ku dizanim nehatiye kirin û min li tu cihî nexwend, ger hatibe kirin gere kesên haydar der bikin) ev nîşan e ji bo hewlên Qedrî Can.
Ev, cerib-serbest-wergerek xurt e. Bi tevî cih û navan Qedrî Can hin fikir û nêrînên nivîskêr jî begem nekiriye. Her du paragrafên pêş û paragrafa dawî bi yekcarî jê deraniye.
Wekî kek Mûrad Ciwan gotiye ger di rojên pêş de rewşa berhemên Qedrî Can ên din, bi tevî xebatên wî li me baş zelal bibe wê niyeta Qedrî Can jî xwe baş bide der. Di edebiyatê de întihal tê çi wateyê û çawa hatiye kirin kesên bi edebiyatê re mijûl in kêm zêde pê dizanin.
Ji bo xwendevanan ezê li vir mînak bidim û pirs ji we bikim, hûn bin hûn dê bi vî awayî û ew qas eşkere xwe li întihalê bigirin? Ma ev ne dûrî aqilan e?
Kerem bikin, biryar ya we ye. (Ji bo kesên bi tirkî nizanin dikarim bibêjim Qedrî Can rasterast wergerandiye):
Ji çîroka xwerû:
“Okul bir katlı, duvarları badanasızdı. Kapıdan girilince üstü kapalı bir avlu vardı. Daha ilerisinde küçük, ağaçsız bir bahçe... Bahçenin sonunda ayakyolu, çok kocaman aptes fıçısı... Erkek çocuklarla kızlar karmakarışık otururlar, birlikte okur, birlikte oynarlardı. "Büyük Hoca" dediğimiz, kınalı, az saçlı, kambur, uzun boylu, yaşlı, bunak bir kadındı. Mavi gözleri pek sert parlar, gaga gibi iğri, sarı burnuyla, tüyleri dökülmüş hain, hasta bir çaylağa benzerdi. "Küçük Hoca" erkekti. Büyük Hoca'nın oğluydu. Çocuklar ondan hiç korkmazlardı. Sanırım biraz aptalcaydı. Ben arkadaki rahlelerde, Büyük Hoca'nın en uzun sopasını uzatamadığı bir yerde otururdum.
Ji wergera Qedrî Can:
“…dersxaneya me yektebeq bû û nesîwaxkirî bû. Gava deriyê kûçeyê dihate vekirin, dehlîzeke teng û tarî û paşê hewşeke bê dar û rût xuya dikir. Di hewşê de bermîleke avê, zingarî hebû ku me bi ava wê destmêj digirt.
Keçik û lawikan bi hev re dilîstin, bi hev re dixwendin. Xoca mezin, jin bû; bejindirêj, piştxwar û hebek mejîçelqîyayî. Xocê biçûk, kurê Xoca mezin bû, hêj zarok bû.
Ez, li dawiya zarokan gişan rûdiniştim ku darê Xoceyê mezin negihije min…”
Ji çîroka xwerû:
“Okulda yalnız bir tür ceza vardı: Dayak... Büyük suçlular, hatta kızlar bile falakaya yatarlardı. Falakadan korkmayan, titremeyen yoktu. Küçük Hoca'nın ağır tokadı... Büyük Hoca'nın uzun sopası... ki rasgeldiği kafayı mutlaka şişirirdi. Ben hiç dayak yememiştim. Belki kayırıyorlardı. Yalnız bir defa Büyük Hoca, kuru, kemikten elleriyle yalan söylediğim için sol kulağımı çekmişti. O kadar hızlı çekmişti ki, ertesi günü bile yanıyordu. Kıpkırmızıydı. Oysa suçum yoktu. Doğru söylemiştim. Bahçedeki aptes fıçısının musluğu koparılmıştı. Büyük Hoca suçu yapanı arıyordu. Bu, mavi cepkenli, kırmızı kuşaklı, hasta, zayıf bir çocuktu. ..”
Ji wergera Qedrî Can:
“Di dersxanê de awakî cezayê hebû, felaqe. Heta keçikên mezin jî xwe ji felaqê xelas nedikirin. Kesê ku ji felaqê netirsiya û jê nericifiya tune bû. Ew ê ku cirma wî biçûk bûya, Xocê biçûk bi çend şimaqan û Xoca mezin bi çend daran canê wî ditevizand û serê wî diwerimand.
Ji aliyê lêxistinê para min ji gişan kêmtir bû.Bi tenê carekê Xoca mezin ji ber derewkê guhê min pir zêde kişand û ez êşandim.Heta çend rojan sorbûn û êşa guhê min neçû.Digel vê qasê tu qebeheta min tune bû û min rast gotibû…
Rojekê ,zarokekî bilbilokê bermîla nimêjê şikandibû.Her du xocan dixwest bizanin xwediyê vê cirmê kî ye?Yê ku ew şikandibû zarokekî biçûk ,ziravok ,nexweş û bêcan bû…”
***
Çîrok bi vî awayî dom dike.
Wekî gotina dawî, ez hewlên Abidîn Parilti ên di derbarê berhem û edebiyata kurdî de wekî xwendevanekî dizanim. Lê ji ber wê tespîta bi lez û bez rexneyên me hene, em hêviya tespîtên wanî ji hin nivîskaran nakin. Bi hêviya ku kek Abidîn Parilti carek din halê çîrokê ya xwerû û halê wê ya adapteyî bixwîne û xwendevanên tirkî haydar bike ku ew ne întihal e, adaptasyon e. Meseleya çima di Hawarê de nîşe nehatiye lêkirin xwedî gelek îhtimalan e.