logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Kitêb, Kêr û Xwîn

Rûyê çiya yên bilind hê spî dikir. Li deştê dar li çîçegan rûniştibûn. Bêhna gul û giha rih li mera şîrîn dikir. Mi pişt

  • Dîrok: 08/07/2019
  • Beş: Serbest

Dilşêr Bêwar

Rûyê çiya yên bilind hê spî dikir. Li deştê dar li çîçegan rûniştibûn. Bêhna gul û giha rih li mera şîrîn dikir. Mi pişta xwe da diwarê xanî ketim, temaşeya sîperikan...

Piştî zikê têlefonê têr bû ji mal derketim. Dengê Şakiro bi rêya berguhkan bi min re derket gerê. Wexta nêzî mezelan bûm “...Keremo lo lawo derd û kulên dinyayê pir hindik bûn va çi derman bû ji gavê din da te yê bi ser  da li simbêla xwe kir...” dikakand. Hêstiran di çavê min re avêt, mi xwe li wan nekir xwedî. 

Dema ji nav mezelan derketim, xalê Evrihîm kulekên xwe li çêrê rast dikir... Bi silavê re xwar bûm herim destan. Nehişt, her du çavên min ramûsa. Piştî levpirsînê;

-Tu çextê hatî?

-Do êvarê xalo.

-Wele haya min jê çênebû, yan na ez ê bihatama bona te.

-Xwedê îmana te kamil ke. Xalo Rihê (Rihanê) mekteb xilas kir?

Bi ken go;

-Ê, ê salek e ogretmeniyê dike...

-Çavê te ronî be.

- Xwedê ji te razî be law. Te qala Rihê kir ket bîra min. Ha teyî te jî mekteb xwendiye, Rihê ji ciya xwe ra gotiye: Ez niha mektebek dinê dixwînim, îjar wezê bibim “eleştirmen.”

Law ev “eleştirmen” çi ye?

Piştî hinek fikirîm, mi go;

-Xalo tu hê xwînê ji gohê pez berdidî ne?

-Erê law. (Kêr ji cêva çakêtê xwe deranî û gotina xwe rêsa) Ev kêr çil sal e bi min ra ye. Wexta ez û bavê te wan em diçûn Diyarbekirê paletiyê, mi li wir kirî. Xwedê rihma xwe li wan gişkan ke. Giş mirin...

- Xwîn neyê berdan çer dibe?

- Wê heywanê nexweş bimire law. Ma ev jî pirse tu ji min dikî?

Ez bişirim;

-Hêrs mebe xalo. Tu çer dizanî kîjan heywan nexweş e û bi rehetî xwînê ji goh ber didî, Rihê jî dixwaze bi mekteba diduyan ra wexta kitêbek xwend, mîna te bi dilkî rehet xwînê ji gohê kitêbê berde. 

Bi matmayîn li min mêze kir. Mi gotina xwe kudand;

-Yanê wê kêmasî û rindiyê kitêba xwendî binivîsîne.

-Tiştek nayê serî ne wer?

-Na xalo bila dilê te rehet be.

Bi kenek sivik go;

-Ê tu kuda terî? Ez te ji rêya te nekim.

-Ez ê herim Kaniya Kevir. Bîst sal in nigê min bi wan deran neketiye. 

Ez dîsa xwar bûm herim dêst, nehişt. Hat serê min. 

Go;

-Ê oxira te a xêrê be. 

Hê qasî pêncî mêtreyî nemeşiyabûm, deng li min kir;

-Lalaw Dilo, were ji te ra cixareyek xweş bipêçim hê here...

 

dilserr.bewarr@gmail.com
twitter.com/dilser_bewar
facebook.com/dilser.bewar.1

 

***

Nivîsên Dilşêr Bêwar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ji aş û baş 

- Bîranîn û çavdêriyên li dû şînê 

- Ez û xwendina kurmancî

- Paşila Şabûnê

- Nameyeke eşkere ji bo Kawa Nemir

- Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê

- Aporîa: Galegala binhişî a bê ser û ber

- Çîrokek gewr e ‘Xadim’

- Li ser romana 'Hurcahil' çend gotin

- ‘Perde’ romaneke bajarî ye

- Nîşeyên Derheqê Gerîneka Guernîkayê de

- Li ser 'Xewneke Payîzî' hin not

- 
Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye

- ‘Mistek Jiyan’ 

 

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551

info@davetiyeonline.net         


Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

news
  • 29 07 2026

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

news
  • 26 07 2026

Mêtîngeha kurmancî, bajarê Kolnê yê Almanyayê: Gelo em kurd “kolonîzebar” in?

news
  • 15 07 2026

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”

ad

Li Kitêbxaneya kurdî sohbeta li ser çîrokê

ad

Ji Doza KCK’ê 120 sal cezayê girtîgehê derket!

ad

Ji bo Eurovisionê welatên fînalîst diyar bûn

ad

Mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanî daxuyanî dan (Agahiyên li ser Rojava)

ad

DYA: Em referandûma serxwebûnê nas nakin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname