28'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
...ev tê nûkirin...
Di maça M. City - Galatasaray de ala Kurdistanê
Di Lîga Şampiyonan de Manhester City a Îngilistanê û Galatasaraya Tirkiyeyê li Îngilistanê hatin hemberî hev. Di maçê de du kes bi ala Kurdistanê ketin sehayê. Maç sekinî, peywirdaran ew ji sehayê derxistin.
Kanala tirkan TRT 1 ku maç yekser belav dikir, ev dîmen belav nekir.
Di maçê de bi golên Haaland (dq 10) û Cherki (dq 29) Manchester City bi 2-0 bi ser ket.

*
Baroya Amedê doz vekir
Yek ji neteweperestên tirk, meleyê wan Îsmaîl Hünerlice di vîdeoyeke waezên xwe de gotibû, "yên dimeşin zindî nehêlin, lêxin, bila hemûyan bikujin". Li ser vê yekê Baroya Amedê doz vekir.
Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê X'ê peyam belav kir û got, "Ev banga şîdetê ye û teşwîqkirina sûcê ye. Der barê ev banga talûke û provkatîf de pêvajoya hiqûqî hatiye dest pê kirin, der barê wî de lêpirsîna sûcê hatiye kirin."
*
Ji ber pankarta 'Jin, jiyan, azadî' Hevşaredaên Melezgîrê hatir binçavkirin
Polîsan îro Hevşaredarên Melezgîra Mûşê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker girtin bin çavan. Sedem jî wekî pankara "Jin, jiyan, azadî" ku li avahiyê daliqandibûn hat nîşandayîn.
*
Zanîngeha Kobanî: Em bi xwîna xwe seferber bûn
Mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanî daxuyaniyeke belav kirin û êrîşên li ser Rojava û bi taybet ên li ser Kobanî şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Zanîngeha Kobanî Şervan Mislim ve li pêşiya avahiya zanîngehê hate dayîn.
Mislim got "Em bi navê mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanî, van êrîşên dawîn ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin" û wiha dom kir, "Bê guman ev êrîş bandoreke mezin li ser rewşa jiyanî ya civakê kir. Bajarê Kobanî ev demeke dirêj e ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û pêdiviyên jiyanî li Kobanî hatine tunekirin. Ji ber vê yekê civaka me di nava zor û zehmetiyeke dijwar de ye. Ev êrîşên djimin bandoreke herî mezin li ser civakê û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kir."
Şervan Mislim got ku Zanîngeha Kobanî ku yek ji saziyên Rêveberiya Xweser e, ji ber êrîşan hatiye rawestandin û wiha got, "Çawa ku Zanîngeha Kobanî di rewşên aram de li kêlek civaka xwe rol û mîsyon dilîst û pêşengiya civakê dikir. Di roja îro de di rojên her zehmet de çi ji destê me were, em ê dîsa jî di xizmeta gelê xwe de bin. Em ê mamoste û xebatkarên xwe li kêleka civaka xwe bisekinin. Wekî tê zanîn ku beriya çend rojan Desteya Tenduristiyê daxuyaniyek dabû û bang kiribû ku pêdiviya wê bi xwînê heye. Em mamoste û xebatkarên zanîngehê em ê bi xwînê alîkar bin û em di xizmeta gelê xwe de ne. Banga me ji bo saziyên mafên mirovan û bi taybet ên zarokan ew e ku ji bo piştgiriya bidin Rojava û Kobanî.”
*
Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê û heyetek ji bo Rojava civiyan
Mebûsên Partiya Karkeran û şaredar ligel Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper li ser Rojava hevdîtin pêk anîn. Mebûs Feryal Clark Demirci banga parastina kurdan kir.
Mebûsa Partiya Karkeran Feryal Clark Demirci bi ser hesabê xwe X'ê re qala civîna li dar xistine kir. Di civînê deligel mebus Feryal Clark Demirci, Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbil, Şaredara Hackney Peray Ahmet, Berdevkê Kurds fo Labour Sarbaz Barznij hebûn. Wan ligel Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper li ser Rojava hevdîtin pêk anî.
Feryal Clark Demirci wisa gotiye:
- Em li ser hesta zêde ya terikandin û bêhêvîbûnê ya civakên kurd li Sûriyê biaxivin; ew civaka ku bi lehengî şer kirin û DAIŞ têk birin.
- Me behsa raporên giran û xemgîn ên sûcên li qadê kirin.
- Gotinên Wezîra Darve dilxweş bû. Wê got ku ji bo çareseriya qeyranê li rêyek digerin û piştrast kir ku ewê bi nêzîkî bi min re di têkiliyê de bimîne û xem û daxwazên min rasterast bixe nav hewldanên dîplomatîk yên didomin.
- Di demeke ku bêîstîqrarî zêde dibe de, gotin, divê bi kar û çalakiyên domdar bên piştgirîkirin.
- Ezê zextê bidomînim ji bo berpirsiyariya rastîn, ji bo parastina hiqûqa navneteweyî, û ji bo parastina sivîlan û civakên kurd a bêdeng û kêmneteweyên din – yên ku careke din di navbera agir de asê mane.
*
ŞAMÎ: HELWESTA GELÊ KURD WÊ REWŞÊ BIGUHERÎNE
Dîrektorê Çapemenî yê HSD'ê Ferhad Şamî ji bo Ronahî TV axivî. Va ne çend gotinên wî:
- Helwesta gelê kurd wê rewşê biguherîne.
- Egir dîplomasî bi ser nekeve, emê bi paş de gav neavêjin. Emê ji bo gelê xwe şer bikin.
- Emê vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
- Neyên lîstikên dijmin. Planên dijmin bizanibin, ev şer ne tenê şerê leşkerî ye.
HEYET ÇÛ ŞAMÊ Û HAT
- Heyeta çû Şamê vegeriya herêma me. Rojên pêş de çi hewce bike li ser wê dê agahiyê ragihînin.
- Heta niha gelek Peyman hatin çêkirin, lê ew xapînok bûn; tiştê qedera vî şerî biguherîne, berxwedana hevalên me û helwesta gelê me ye. Gelê me ger ne li kuçeyan ba, ne li meşan ba rewş dê cuda ba.
- Ev êrîş ne tenê li ser nasnameya me, li ser hebûna me ye. Dibêjin emê we tune bikin.
CIHÊN PEVÇÛN HEYE
- Niha li xeta Kobanî, xeta Çelebî, xeta rojhilatê Kobanî, başûrê Kobanî, di heman demê de xeta başûrê Hesekê heta xeta Çilaxa û mile Tirbe Spîyê êrîş hene û HSD baş bersiv dide.
*
16 Enternasyonalîst hatin dersînorkirin
Ji bo piştgiriya berxwedana Rojava 15 ciwanên enternasyonalîst ji Almanyayê hatin bakurê Kurdistanê. 15 ciwanên ku ji saziyên wekî Koma Xebatên Enternasyonalîzmê ya Hannoverê, Ciwanên Çep – Solid, Ciwanên Demokratîk ên Yuna, Keçên Demokratîk ên Rozalia, Federasyona Rêxistinên Têkoşerên Çîna Civakî, Sazîbûna Komûnîst pêk dihatin di çarçoveya xebatên xwe de li Mêrdînê bûn. Fereshte Khosravî ku ew ji rojhilatê Kurdistanê ye jî tev li çalakiya ciwanan a ji bo piştgiriya Rojava bû.
Ciwanên alman, dema ji Nisêbînê diçûn Mêrdînê li ser reya Qoserê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Anna Marie Muller, Marlene Emma Heldmann, Hilde Graf, Lana Sommer, Paul-Mathis Pfeiffer, Lea Hobbiebrunken, Laura Katharina Janku, Anjo Genow, Laura Schmid, Sarah Maria Moosmann, Emma Nelly Umlau, Lynn Mariam Bojang, Lena Sophie Schneider, Johanna Wiggers, Hannah Doris Drexler, Fereshte Khosravi hatin binçavkirin û ew birin îdareya Koçberiyê ya Bajêr a Mêrdînê.
Li gorî agahiyên ku parêzeran dan, derbarê ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn. Hate ragihandin ku 16 enternasyonalîst dê di nava çend saetan de bên dersînorkirin.
*
SAZIYÊN ÇAPEMENÎ YÊN KURDAN SAZIYÊN EREBÎ ŞERMEZAR KIRIN
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê têkildarî gotinên sorkirin û kîndariyê yên çapemenî û saziyên fermî yên erebî li dijî gelê Rojava daxuyaniyek hevbeş da.
Di daxuyaniya wisa hat gotin: “Di demeke ku xîtaba nefret û cudahiya mezhebî zêde dibe de, ku bûye sîwanek ji êrîşên qirkirinê yên sîstematîk ên li dijî pêkhateyên gelên Sûriyê, em Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, bi tundî rola handêr a hinek saziyên ragihandina erebî, di serî de Kanala Al Jazeera û her du Kanalên Al Arabiya û Al Arabiya Al Hadath, digel saziyên fermî û kesayetên bi ser hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, şermezar dikin. Ew fîtne û derewan belav dikin û rasterast teşwîqî şer û komkujiyan dikin. Ew her wiha hişmendiya giştî dixapînin û bi zanebûn tevna pirrengî ya Sûriyeyê derb dikin."
*
NETEWEYÊN YEBÛYÛ: HTŞ'Ê 170 HEZAR KES DANE KOÇKIRIN
Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek weşand û got ku ji 6'ê mehê heta niha zêdetirî 170 hezar kes ji Heleb, Hesekê û Reqayê koçberî deverên din yê Rojava bûne.
Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku NYê û hevkarên wê piştgiriya bersiva mirovî li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di vê çarçoveyê de, karwanekî mirovî ya hevbeş duh gihîşt bajarê Qamişlo ku xwarin, cil û berg, betanî û pêdiviyên din ên bingehîn tê de hebûn û destnîşan kir ku di rojên pêş de dê karwanên din jî werin şandin.
*

ÎRO ÇALAKIYÊN BO ROJAVA
AMED
Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê de bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser gelê Rojava li pêş girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn. Nûnerên saziyên sîvil, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Navçeyên Amedê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Girseyê di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin”, “Rojava û Rojhilatê Kurdîsanê Yek Welat e” berz kirin. Girseyê xwest bimeşe, lê polîsan girse dorpêç kir û destûr neda girse bimeşe. Girseya ku di bin barana zêde de kom bû, li pêş girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de zêdebûna baranê û sîwanên ku welatiyan li ser xwe vekiribûn bal kişand. Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya li vir axivî û astengiya polîsan şermezar kir.
BATMAN:
Platforma Saziyên Demokratîk li Batmanê ji bo piştgiriya Rojava li ber AVM'ya WORDMAR'ê çalakî li dar xist. Hevserokê DBPê Keskîn Başindir bang li gelê kurd kir ku bi rihê seferberiyê têbikoşin.
ÎDIR:
Li Îdirê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meşek li dar ket. Meşê li Kolana Cumhuriyetê dest pê kir û heta Abîdeya Musa Anter berdewam kir. Parlementerê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hûn, Hevşaredara DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û pankarta bi nivîsa “Rojava xeta me ya sor e” hate hilgirtin.
MÊRDÎN:
Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Artûklû ya Mêrdînê li Taxa Îstasyonê hat ba hev. Hevserokê DEM Partiyê yê Artûklûyê Mehmet Bîngol li vir got, "Heta Rojava azad nebe, çete bi paş ve neçin wê gelê Bakur li ser pêyan be."
*
DAYIKÊN AŞTIYÊ LI BER BALYOZXANEYA AMERÎKA BÛN
Dayikên Aştiyê piştî bi rêzê çûn ber balyozxaneyên Îngilistan û Îsraîlê îro jî li Stenbolê li ber Balyozxaneya Amerîka ya Stenbolê bûn. Dayikan çelenga reş danî wir. Ji Dayika Aştiyê Rewşan Doner diyar kir ku têkoşîna gelê kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye û got: “Li Rojhilata Navîn komkujî bi navê demokrasiyê pêk tê. Em wekî Dayikên Aştiyê li dijî şer in. Li Rojhilata Navîn komkujî bi navê demokrasiyê pêk tê. Em wekî Dayikên Aştiyê li dijî kuştin û komkujiyan in. Jin hatin kuştin û li bazaran hatin firotin. Di vê serdemê de em ê çawa behsa demokrasiyê bikin? Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Li Kobanê û Hesekê komkujî pêk hatin. Zarokên gelê Kurd bi sermayê jiyana xwe ji dest dan. Ev şerma tevahî cîhanê ye.”
*
NOBETA ROJAVA DIDOME
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, 3 roj berê li Qada Şêx Seîd ji bo piştgiriyê bide gelê Rojava û êrîşên HTŞ'ê şermezar bike, dest bi çalakiya nobedê kiribû, ev nobeta wan didome. Îro endam û rêveberên Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Yenîşehîrê nobet dewir girt. Beşdarên çalakiyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê” berzkirin.
*
Hin nûçeyên eleqedar:
- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî
- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin
- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin
- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne
- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin
- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'
- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..
- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir
* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin
- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan
- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin
-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir
- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava
-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava
- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir
-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...
- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe
-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir
-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin
-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...
- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)


