Lokman Polat
Çawa ku kovar dibistana nivîskaran in, her wiha rojnameya “Riya Teze” jî ji bo nivîskarên kurdên Sovyeta berê dibistan bû. Di rojnameyê de bi sedan kurdî bi kurdî nivîsîn. Kurdên Kafkasyayê gelek pirtûkên lêkolînî û berhemên hêja yên edebî diyariyê pirtûkxaneya kurdî kirin û hêj jî dikin.
Kurdên Sovyeta berê (Kurdên Kafkayayê) berhemên xwe bi tîpên Krilî dinivîsîn. Wan hetanî niha gelek berhemên çandî, edebî, lêkolînî û dîrokî afirandine. Di van çend salên dawîn de hinek berhemên wan bi metoda Transkrîpsiyonê ji alfabeya Krilî kirin alfabeya Latînî/Kurdî. Ev kar û xebat ji bo çand û zimanê kurdî xizmetek gelek hêja ye.
Di nav nivîskarên kurdên Kafkasyayê de romanivîskar hindik in. Her çiqas romana kurdî bi romana Ereb Şemo dest pê kir jî, di hêla romanivîskariyê de ew pir pêş neketin. Min cara yekem bi kurdî romana Ereb Şemo ya bi navê “Şivanê Kurd” xwend. Paşê ku ez hatim Swêdê li Swêdê min hemû romanên wî yên din xwendin û romana wî ya bi navê “Dimdim” gelek eciband.
Li Swêdê min romana Egîdê Xido ya bi navê “Dê û Dêmarî” jî xwend. Paşê min romanên Eskerê Boyik û ya Heciyê Cindî jî xwend. Tosinê Reşîd jî du roman nivîsîbû û weşandibû, lê min hê her du romanên wî nexwendiyne. Min navê Eliyê Evdirahman jî wekî romanivîskarekî kurd bihîstibû, lê min romanên wî nexwendibû. Piştî ku Weşanên Pêrî her du romanên wî weşand, min hê xwend.
Elîyê Evdilrehman sê roman nivîsiye. Navên hersê romanên wî ev in : 1 – Xatê Xanima Dêrsimê. 2 – Şer li çiya (Şêx Zayir) 3 – Gundê Mêrxasan.
Weşanên Pêr” du romanên wî weşandiye, lê ya sêyem “Gundê Mêrxasan” hê nehatiye weşandin. Bi hêviya ku Weşanên Pêrî rojeke romana wî ya bi avê “Gundê Mêrxasan” jî biweşîne.
Di vê gotara xwe de ez dixwazim behsa romana Eliyê Evdirahman ya bi navê “Şer li Çiya” bikim.
Roman di nav Weşanên Pêrî” de li Stenbolê derketiye. Roman 360 rûpel e. Hêjarê Şamîl, Ahmet Onal û Karlanê Çaçan derbarê romanê de pêşgotin nivîsîne û agahdarî dane xwendevanan.
Romana “Şer li çiya” romana Serhildana Agriyê ye. Ev roman romana şerê li çiyayê bakurê Kurdistanê û her wiha şer û têkoşîna yek ji pêşevayê Serhildana Agriyê Şêx Zayir e. Romanivîskar Elîyê Evdilrehman serhildana netewa kurd bi şêweyeke edebî raxistiye ber çavan.
Çiyayên tu welatekî Rojhilata Navîn bi qasî çiyayên kurdan nebûne qada şer. Gelek egîd û mêrxasên kurd, şêrên çiyayên Kurdistanê li çiya şer kirine têkoşiyane û bûne lehengên netewî. Ji bilî Wîetnamê çiyayên tu miletekî Asya û Rojhilata Navîn bi qasî çiyayên her çar parçeyên Kurdistanê nehatine bombekirin. Di dema dîktatoriya Sedam Huseyînê xwînxwar de çiyayên başûrê Kurdistanê tim dihatin bombekirin. Ev sih sal in ku çîyayên bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê her tim têne bombekirin.
Çîyayên Kurdistanê ji bo serhildêrên kurd bûye stargeh, bûye war û bûye wargeha berxwedanê. Di destpêka romanê de romanivîskar taswîra çiyayên Kurdistanê dike û girîngiya çiyayan ji bo kurdan tîne zimên.
Serlehengê romanê Şêx Zayir e. Ew pêşevayekî canfeda û fermandarekî leşkerî ê serhildana Çiyayê Agiriyê ye. Şêxên Nexşîbendî yên welatparêz û kurdperwer, her wekî Şêx Ubeydûlahê Nehrî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Saîd û Şêx Zayir, hemû jî li dijî dagirkeriya Împaratoriya Osmanî û dewleta Kemalîst serîhildane, têkoşiyane, şer kirine. Rêxistina azadîxwaz a kurd “Xoybûn” li herêma Agriyê bi alîkariya hinek serokeşîr û Şêxên herêmê gel –xelkê- bi rêxistin dike, hêza çekdar pêk tîne û li dijê dagirkeriya komara Tirkiyê dest bi şerê çekdarî dike.
Di romanê de evîna Şêx Zayir tê ravekirin û nameyên wî û yên evîndara wî jî têne pêşkêşkirin. Xebat û têkoşîna Şêx Zayir bi berferehî tê qalkirin. Lê belê di romanê de qet behsa rêxistina “Xoybûn”ê û pêşewa û fermandarê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa nayê kirin. Ev ji bo romaneke ku mijara wê li ser Serhildana Agiriyê ye kêmaniyek e. Ji xwe di dawiya romanê de romanivîskar vê kêmaniya xwe tînê zimên ku behsa Birahîm Axa û Îhsan Nûrî Paşa nekiriye. Li gorê agahdariya nivîskar ev roman beşa yekem e û ew nivîsîna beşa duyem didomîne. Lê, bi qasî ez zanim wî beşa duyem a romanê temam nekiriye û çûye ser heqiya xwe.
Serhildana Agiriyê ji sala 1927’an heta sala 1930’yî didome. Dewleta Tirkiyeyê li hemberî serhildêran û bi gelemperî li hemberî gelê kurd balafirên şer bi kar tîne û gelek gundên kurdan bi balafiran têne bombekirin. Fermandarê serhildêran Şêx Zayir di şereke dijwar de birîndar dibe û dîl dikeve destê Artêşa Tirk.
Nivîsîna romanên serhildanên kurdan pêwîst e û divê werine nivîsîn. Bi min heger romana hemû serhildanên her çar parçeyên Kurdistanê bêne nivîsîn dê gelek baş be. Her wiha romanên serokên serhildanên kurdan jî divê werine nivîsîn. Bi hêviya ku romanivîskarên kurd dest bi kar û xebata nivîsîna romanên serhildanên kurdan bikin.
***
Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:
- Şengul Ogur: XEWNA ŞÊRZAD HESEN
- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’
- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ
- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE
- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê
- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)
- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin