Diyarname
Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê ji bo dermankirina kobaniyên ku ji zora DAIŞ'ê reviyane bang li endamên tenduristiyê kir.
Gelek ji kesên ji ber êrîşa DAIŞ'ê ji gundên Kobanî reviyane û hatine birîndar in, yan jî pêdiviya wan bi dermankirinê heye. Li ser vê yekê Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bang li kesên di warê tenduristiyê de kar dikin kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku kesên di vî warî de kar dikin an pispor in (dixtor, hemşîre, ebe, dermanzan) pêdivî bi wan heye û yên ku bikaribin herin herêmê dikarin serî li berpirsan bidin. Ji bo kesên bixwazin herin, an pirs û alîkariyê telefona Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê ev e:
0545 519 54 09
0545 519 83 46
***
Nûçeyên eleqedar:
- Aldar Xelîl bang li hêzên Başûr kir
- Mebûsên HDP'ê li sînor dest bi çalakiya rûniştinê kirin
- Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye
- Mebûsa kurd ji Serokwezîrê tirk meseleya bi trênê çekbirina ji bo DAIŞ'ê pirsî
- Mebûsên kurd li ber NY'ê dikevin gireva birçîbûnê
- Turk: ‘Kobanî berxwe dide kesê piştgirî nede dijmin e’
- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye
- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?
- KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir
- Bi fuzeyan êrîşê navenda Kobanî kirin