Diyarname
Kovara li ser wergerê, bi taybetî wergera li ser helbestê LEWerger bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.
LEWerger çar mehan carek derdikeve. Par di meha rezberê de hejmara yekem derxistibû û vê serê salê, yanê di dema xwe de hejmara duyemîn derxistin. LEWerger vê hejmarê ji bo mehên rêbendan, reşemî, adar û avrêlê hatiye amedekirin.
Di vê hejmarê de jî gelek werger û nivîsên di vî warî de hatine belavkirin. Ji D.H.Lawrence, Charles Baudelaire heta Karin Boye, Walter Benjamin, Mehmûd Derwîş, Edgar Allan Poe, ji T.S.Eliot heta Edith Sodergran, Sidîq Gorîcan, heta Selwa Îsmaîl berhemên û wergerên gelek kesî têde hatine weşandin.
Ji bilî wergera helbestan mijarên wekî “Dijwariyên Wergera Helbestê” û hevpeyvîna ligel Hamîd Bedirxan jî di kovarê de cih girtiye.
Ji bo têkilî:
Instagram: @lewerger_
Twitter: @lewerger_
Facebook: lew werger
Mail: lewwerger@gmail.com