Diyarname
Endamê Konseya Rêveberiya TEVDEM'ê Aldar Xelîl got ku wan xwestiye ji Kantona Cizîrê bi ser bakurê Kurdistanê re hêzek piştgir bişînin Kobanî lê rayedarên dewleta Tirkiyeyê destûr nedaye. Xelîl bang li hêzên Başûr kir û got: "Têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re hene. Bila ji Tirkiyeyê bixwazin ku Tirkiye rê veke. Bila rê li ber piştgirîdayîna me vekin."
Xelîl ji bo Stêrk TV axivî û got ku dewleta Tirkiyeyê ev daxwaza me ya fermî qebûl nekiriye û destûr nedaye wan. Xelîl got ku ev destûr nedan nîşan dide ku peymaneke Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re heye.
Aldar Xelîl li ser gotina 'Rêveberiya Başûrê Kurdistanê dixwaze piştgirî bide Rojava lê destûr nayê dayîn' jî wisa got: "Ev yek ne rast e. Wekî ku em rê li ber wan digirin nîşan didin ku ev ne rast e. Rewşa me ya ku em rê li ber bigirin tune ye. Ger wisa be, têkiliya wan bi Tirkiyeyê re baş e. Bila ji tirkan bixwazin ku rê li ber me vekin. Bila rê vekin ku em piştgirî bidin. Bila derdorên kurd ên din jî ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê daxwazê bikin."
Xelîl got ku bi awayekî fermî tu serîlêdana piştgiriyê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bo wan nehatiye.
Xelîl got ku ligel hemû astengiyan ji bakurê Kurdistanê beşdarî ji bo Kobanî heye û yên bixwazin dikarin ji ser wir re beşdarî berxwedanê bibin.
Li ser rewşa dawî ya li Kobanî jî Xelîl wisa got: "Li Iraqê artêşa Iraqê û pêşmergeyan, li Sûriyê artêşa Sûriyê nekarî DAIŞ'ê bide sekinandin lê li Kobanî gel û hêzên YPG/YPJ bi berxwadeneke lehengî ber bi pêş ve çûna wan daye sekinandin. Ji bo hemû dinyayê ev yek çespandin. Berxwedana bi lehengî didome. Û ev berxwedan li Kobanî bi serketinê dê bi dawî bibe. Ji vê tu şika me nîn e."
Aldar Xelîl di dawiyê de careke din bang li gelê Bakur kir ku her cure piştgiriya xwe ya ji bo Kobanî bidomîne.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Mebûsên HDP'ê li sînor dest bi çalakiya rûniştinê kirin
- Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye
- Mebûsa kurd ji Serokwezîrê tirk meseleya bi trênê çekbirina ji bo DAIŞ'ê pirsî
- Mebûsên kurd li ber NY'ê dikevin gireva birçîbûnê
- Turk: ‘Kobanî berxwe dide kesê piştgirî nede dijmin e’
- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye
- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?
- KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir
- Bi fuzeyan êrîşê navenda Kobanî kirin