Ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kobanî Heyeta KCD, HDP û DBP'ê ji bo piştgiriya Kobanî îro serê sibê ji Bakur derbasî Kobanî bû. Hevserokê Şaredariya Mêrdinê Ahmet Turk bang kir: “Ger hûn îro piştgiriyê nekin, çekan nedin hûn wê kengê piştgiriyê bikin. Kesên ku piştigiraya Kobanê ne dijminahiyê dike.”
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gelê Kobanê yên ku ji 7 salî heya 70’ê salî berxwe didin, ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kobanî heyeteke ji bakur ku di nav de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserekê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ya Mêrdinê Ahmet Turk, Parlementerên HDP’ê Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Bînîcî, îbrahîm Ayhan, Sebahat Tuncel û endama KCD’ê Leyla Güven hebû derbasî Kantona Kobanî bû. Heyet ji aliyê hikûmeta Kantona Kobanê û Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ve hate pêşwazî kirin.
Li ser navê heyetê Turk axivî, diyar kir ku di dîroka kurdan de gelek berxwedan çêbûne û wiha dom kir: “Berxwedanên Şêx Saîd, Dêrsîm, Agirî û Geliyê Zîlan. Lê ew qasî ne bi heybet bûn. Ez li hizûra we hemûyan YPG-YPJ’ê silav dikim."
Turk bang li raya giştî ya navneteweyî kir û wiha axivî: "Ger hûn îro piştgiriyê nedin Kobanî, çekan nedin Kobanî hûn ê kengî piştgiriyê bidin, kesên piştgiriyê nedin Kobanê dijminahiyê dikin."
Turk da zanîn ku bêdengiya li dijî êrîşên li hemberî gelê kurd tê wateya piştgirîdayîna DAIŞ’ê.
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî diyar kir ku gelê kurd sînor parçe kiriye, peymanên li ser gelê kurd hatine îmzekirin hatine parçekirin û got: "Divê êdî mirin ji wan bitirse."
Parlamenter Sariyildiz jî der barê hevdîtinan de agahî da û çavderiyên xwe parve kir. Sariyildiz diyar kir ku li Kobanê ligel hemû bêderfetiyan bi bawerî û îradeyeke mezin gel rûmet û hebûna xwe diparêze.
Sariyildiz diyar kir ku rîska komkujiyê hê heye û got ger bi awayekî din pêşî li êrîşan neyê girtin dê komkujiyeke ji ya Şengalê girantir pêk bê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye
- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?