Kobanî
Ji 15'ê vê mehê ve li Kobanê di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên YPG'ê de şer û pevçûn didomin. Li gor ajansa ANHA'yê çeteyan vê serê sibê bombe bi ser navenda Kobanî de barandin. Saet li dor 08.30'yan jî çeteyan 3 fuzeyên Gratt avêtin navenda Kobanî. Fuze bûn sedema zirareke madî lê tiştek bi kesî nehat.
Her wiha li sê aliyên Kobanî êrîşa çeteyan û berxwedana YPG/YPJ didome. YPG'ê ragihand ku di 24 saetên dawî de 72 çete hatine kuştin 4 erebeyên wan hatine rûxandin.
Agahiyên li ser van fuzeyan
Fuzeyên grad dirêjiya war li dor 218-240 santîm e û lûleyeke dûz ku gule dikevê heye. Fuzeya ku ji sê parçeyan pêk tê dixin nava vê lûleyê. Serê wê, nava wê û li pişt parçeyeke di şiklê perwaneyê de ku rê dide fuzeyê heye ku giraniya van 25-30 kîlo ye. Carinan ji bo fuze here cihek dûrtir motorek lê bar dikin.
Ev fuze yek bi yek yan jî bi mekanîzmaya ku bi ser erebeyan kirin de tê avêtin. Mekanîzmaya li ser erebeyan dikare çend heban bi hev re biavêje. Fuze li gor cureyên xwe heta ji 1,6 kîlometre heta 42 kîlometreyan dikare here û li hedefê bikeve.


