Tabqa
Civata Demokratîk ya Sûrîyê (CDS) ragihand ku dê li bakurê Sûriyê rêvebiriyeke yekgirtî çêke.
CDS’ê bi konferanseke li Tabqa biryar da ku hemî civatên sivîl ên li herêmê bîne ba hevdu. Piştî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi hevkarîya koalîsyona navneteweyî Dewleta Îslamî (DAIŞ) li bakur û rojhilata Sûriyê têk biribû, li bajarên wan herêma bi cih bûbû û civatên sîvîl çêkiribûn.
Hevseroka Civata Demokratîk ya Sûriyê Îlham Ehmed ji bo Reutersê da zanîn ku li herêmê ji bo hewcedarî û xizmetan valahî hene û dîyar kir ku ew dixwazin ku rêvebiriyeke ku di navbera hemî konseyan de kordînasyonê çêdike ava bikin. Ehmed wisa got: "Rêvebirîya nû dê li herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye çêbe. Ew dê bo îstiqrar û ewlekarîyê baş be."
Reqa, Dêrezor û Cezîre jî dê di nav rêvebirîya nû de cîh bigirin. Hevserokê CDS’ê Riad Darar jî dîyar kir ku dê revebirîya nû ji bo gel polîtîkayên pratîk çêkin û xizmetan bînin.
Darar bi berdewamî da zanîn ku ger ew çareserîyeke siyasî bi dest nexînin, ewê li herêmê rêvebirîya HSD’ê xurttir bikin.
Darar dîyar kir ku ger peymaneke aştiyê were îmza kirin û rêvebiriyên herêmî werin xurt kirin, HSD’ê ewê bibe beşeke Artêşa Sûrîyê.
Serokê Sûriyê Beşar Esad meha borî dabû zanîn ku derîyên Şamê ji bo danûstandinên bi HSD’ê re vekirî ne.
Îlhan Ehmed dîyar kir ku gotinên Esad "ji teorîyê wêdetir naçin" û got ku heta niha ji bo danûstandinan tu gav nehatine avêtin.
Ji Dengê Amerîka hatiye girtin