Agirî
Şaredariya Bazîdê ya Agiriyê ji bo paqijiya nav bajêr afîşên bi kurdî û tirkî daliqandin.
Di afîşan de "Paqijiya herî baş neqirêjkirin e" hate nivîsîn û li bîldobardan hat daliqandin. Û pêre jî dest pê kirin li kuçeyan dest bi paqijiyê kirin.
Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Alîkarê Şaredar Mehmet Babayigit û endamên meclisê di çarçoveya kampanyayê de rêya Stadyumê pakij kirin. Şaredar Canan Korkmaz li ser kampanyayê got ku ji niha û şûnde ew dê her êvarê taxekê paqij bikin û çanda paqijiyê pêş bixin.


