Bîrcan Degîrmencî
Dem: Demsala zivistanê, 30’ê Rêbendana 2000’î
Cih: Semta Mêrgehmeda Diyarbekirê, Taxa Şer, Kuçeya Kuçukkavas
Malbatên Ayetullah Dalginê 17 salî û Ali Çelikê 19 salî, neh roj in li zarokên xwe digere. Deriyê ku lê negeriyane nemaye, tu dibêjî qey erd qelişiye, Ayetullah û Ali ketinê. Malbat bi zarokên xwe beled in, tu tiştên wan yên bi guman tune ye, nabe ku çûbin çiya, ev ne mimkûn e. Eşqa wan a tekane kevokên wan yên ku bi azwerî pê ve girêdayî bûn…
Dem: Demsala Payîzê, Kewçêra 2016’an
Cih: Dîsa Diyarbekir. Li Dortyola Baxleran pasajeke kevn ya ku veguheziye qehwexaneyê.
Hundir tije ye. Li aliyekî qefesên ku hundirê wan bi kevokan tijî, li dû hev hatine rêzkirin.
Ji ebûqatan heta bijîşkan, ji meleyan heta esnafan, ji karmendan heta karkeran ji her beşên civakê mirov bi çar çavî li benda bîstek şûn de destpêkirina mezatê ye.
Ji hêla Komeleya Ajalhezên bi Bask ya Diyarbekirê ve heftê carê li vê pasajê mezata kevokan çêdibe.
Damezrînerê komeleyê Mehmet Batmaz, buhayê vekirin û girtina mezatê kifş dike.
Li deftera ku li ber e kî bi çend kevokan dê beşdarî mezatê bibe, dinivîsîne. Û wiha dibêje:
“Malên kevn yên Diyarbekirê û malên du sê qatî, bi baxçe yên li “Hundirê Sûrê” ji bo xwedîkirina kevokan guncan bû, lê jiyana bajêr û çanda apartmanî, şertên fizîkî yên xwedîkirina kevokan ji holê rakir. Mirovên azweriya kevokan pê re hebûn jî, li ser banê apartmanan û di şaneşînên malên xwe de asê man.”
Ayetullah û Ali tê hişê min. Xwe bi xwe dibêjim xwezila ew jî hînga di şanaşînên apartmanan de asê mabûyana. Dê wê çaxê belkî li pey kevokan nediçûn.
Em pirsa “ ji ber eşqa kevokan qet tiştên we winda kirî heye” jê dikin. Erdalê beşdarî mezatê bûye bi ken dest bi gotinê dike: “Min ji keçikekê hez dikir. Hema hema em dê êdî bizewiciyana. Azweriya min ya bi çivîkan re, hevala min a keçik dilnerihet kiribû ku ji min re got: ‘Tu yê ya min yan jî kevokan tercîh bikî’ min jî bêdudilî got kevok…”
Ez difikirim gelo dildareke wisa ya Alî û Ayetullahî jî çêbûbû. Bi destê dildareke girtibûn? Ji bilî kevokan, dilê wan ji bo sewdayeke din lêdabû?
Mezatê hê dest pê nekiriye… Mehmet Batmaz xwedîkirina kevokan wekî karekî hezkirinê, azweriyê bi eşqek mezin vedibêje: “Em hezkirina vî karî belav dikin. Hela binihêrin li van mirovan; bawerî, fikir, bîrdozî û karê herkesî cihê ye lê li dora hezkirinekê tên cem hev. Bi ya min ger psîkolojiya we xerab be neçin ba bijîjk; kevokan, çivîkan xwedî bikin, hûn dê bibînin ku çiqas li we tê.”
Kî dizane, belkî Ayetullah û Ali jî ji dêvla ku biçin ba psîkologekî xwedîkirina kevokan ji xwe re tercîh kiribûn. Dema ew ber bi asîmanî ve difirandin azadbûna xwe hîs dikirin, wisa xwe tedawî dikirin belkî. Aniha hebûna, dê bihatana vê derê û temaşeyî kevokan bikirana, gelo wan dê kevok bigirtana destên xwe, li nikulên wan binihêriyana û pûrtên wan miz bidana?
Erdal Uruk jî ji çardeh saliya xwe vir de çivîkan xwedî dike. Ew ji mirovên çivîkbaz diqehire ku di civakê de, derheqê mirovê kevoka xwedî dike de bîrbiriyek (algi) neyînî diafirîne…
“Dema çivîkbaz tê gotin mixabin wekî diz, esrarkêş, psîkopat tên dîtin. Ez karê tekstîlê dikim. Lê em mala xwe, karê xwe îhmal nakin. Bi xelasiya karî re têm li çûkan dinihêrim, du saetan bi wan re bilî dibim, qût û îlacên wan didim. Li dengên wan guhdar dikim, wan difirînim, temaşeyî xweyîkirina wan ya çêlikan dikim. Çivîk min ji xerabiyan diparêzin.”
Ji bo ji xerabiyan dûr bikevin bi vê eşqê ve hatibûn girêdan Ayetullah û Ali? Û vê eşqê ew dabûn destên mirovên ku tarîtî û xerabî wekî ava jiyanê didîtin?
Di wexta malbatên Ayetullah û Ali lêgerîna zarokên xwe didomînin, operasyona li hemberî Hizbullahê berdewam e. Di serdagirtinên li Enqere û Stenbolê de gorênmalî/mezarev tên tesbîtkirin. Cesedên bi girêkên kor hatiye girêdan û kifşe berî mirinê bi zindîtî hatiye çalkirin xwîna mirovan dide sekinandin. Li gorî agahiyên Mehmet Dagtekîn dide, ku piştî girtina di bin çavan de dibe îtirafkar, li Mêrgehmedê du gorênmalî tên tesbîtkirin. Peywirdarên ewlehiyê serdagirtina mala yek qatî ya hejmar 13’an ya li Semta Savaşê, Kuçeya Kuçukkavasê, pêktînin.
Li mala vala, di koxika kevokan de ekîbên ewlehiyê cesedên du kesên ku dest û nigên wan bi zincîran girêdayî dibînin. Tê tesbîtkirin ku ev kes Ayetullah û Ali ne ku şêniyên heman semtê bûn û ji 21’ê rêbendanê vir de windabûne û berî çend rojan hatine kuştin… Dertê holê ku Ayetullah û Ali dema bi pey kevokên xwe dikevin bi xeletî diçin vê malê û Hizbullahî ji van ciwanan dikevin şikê û wan dikujin…
Û mezat dest pê dike… Ciwanên bi navê Murat û Okan ku dê firotina kevokan pêk bînin, bi dengekî gur, mezata dê kêliyek şûn de dest pê bike û çend saetan bidome, îlan dikin.
“Belêê, buhaya vekirina Gogalayê 100 TL, kuregî 150…”
Kevok di salonê de tên gerandin, muşterî û temaşevan yek bi yek kevokê digirin, lê dinihêrin û bi gorî rewşê buhayê wê zêde dikin. Mezatvanî li salonê gera xwe didomînin.
“Bellê kesê zêde bike tune ye, 250, 500, 2500, buhaya dawî 5 hezar, erê kesê ji 5 hezarî zêdetir ke tune ye, difiroşim, min firr-rot!”
Ji “Bianetê” hatiye girtin
Wergera ji bo kurdî: Mahmut Ozçelîk
Foto: Omer Faruk Baran
**
REKLAM:
Ji 'Kurt Tarîhî' dosyaya 'Dengbêj û Vegotina Devkî'