Diyarname
Amedsporê ji Kosovayê Lumbardh Dellova, ji Kayseriyê jî Furkan Soyalp transfer kir.
DELLOVA LI TÎMA NETEWEYÎ DILÎZE
Amedsporê vê carê ji Kosovayê Lumbardh Dellova transfer kir. Lîstivkanê ku wekî stoper dilîze di sala 1999'an de hatiye dinê.
Lumbardh Dellova berî niha li CSKA Sofiayê dilîst. Amedsporê bi vîdeoyek xêrhatin li Dellova kir. Amedsporê ji bo 3 salan ligel Dellova peyman girê da.
Berî vê ji Amedsporê ji Kosovayê Ermal Krasniqi jî transfer kiribû.
Lumbardh Dellova di nav tîma neteweyî ya Kosovayê de jî dilîze. Roja 31'ê adara 2026'an de maça play-offa Kûpaya Cihanê ya Kosova û Tirkiyeyê hebû, Tirkiye bi 1-0 bi ser ket û çû Kûpaya Cîhanê. Di wê maçê de Dellova di nav 11'ê pêşî de lîstibû. Transferê din ê Amedsporê Ermal Krasniqi di vê maçê de yêdek bû.
FURKAN SOYALP SUPER LÎGÊ LÎSTIYE
Lîstikvan Furkan Soyalp ku li Kayseriya Tirkiyeyê dilîst bi peymana 1+1'ê hat transferkirin.
Furkan Soyalp li navenda sehayê dilîze. Berê li tîmên wekî Bursa, Başakşehîr, Adana Demir, Entab û herî dawî li Kayseriyê lîstiye.
**
Transferên din ên Amedsporê yên îsal:
- Amadou Cisse jî hat Amedsporê
- Amedsporê ji Galatasaray Berk Kizildemir transfer kir
- Amedsporê ji Madagaskarê Rayan Raveloson transfer kir
- Amedsporê ji Kosova û Skoçyayê du lîstikvan transfer kirin


