Diyarname
Komek ji mebûsên Yekîtiya Nav Parlementoyên Ereb çû Sûriyeyê û ligel Serokê Sûriyeyê Beşar Esad axivî.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA'yê ev agahî belav kir. Li gor nûçeyê serokên meclisên welatên Iraq, Urdun, Filistîn, Lîbya, Misir, Mîrektiya Erebistana Yekbûyî, ligel van nûnerên welatên Umman, Lubnanê jî têde mebûs çûne Sûriyeyê.
Ajansê gotiye ku Serokê Parlemena Iraqê Muhammed Halbusî wisa gotiye, "Em nikarin bê Sûriyeyê bin û Sûriyeye jî bê derdora ereb nikare tiştek bike."
Ji sala 2011'an ve welatên ereb ji Sûriyeyê dûr ketibûn û Sûriye bi tenê mabû, gelek welatêr ereb balyozên xwe jî bi paş ve kişandibûn.
Piştî erdheja 6'ê mehê ku li Mereşê çêbû û bandor li bajarên Sûriyeyê jî kir, Neteweyên Yekbûyî banga piştgiriya Sûriyeyê kir. Serokomarê Misrê AbdulFettah El Sisi 7'ê mehê yekem car telefonê Esad kiribû. Paşê hin welatên ereb piştgirî dabûn Sûriyeyê.
Li Rojhilata Navîn welatên Rusya û Îran piştgirî didin Esad. Piştî 10 salên şerê nav Sûriyeyê, Esad par yekem car çûbû welatek ereb Emîriya Erebistana Yekbbûyî. Li aliyê din Esad 20'ê vê mehê ji çûbû Ummanê.