Diyarname
Amedsporê îro du transfer ragihandin. Pêşî ji Kosovayê navê Ermal Krasniqi, dûre ji Skoçyayê navê David Bates ragihand
ERMAL KRASNÎQÎ
Ermal Kransniqi forvet. Li aliyê baskê çepê dilîze. Hicumkar e.
Ew di sala 1998 de atiye dinê. Lîstikvanê Sparta Pragê bû lê tîmê ew bi kirê dabû Legia Varşovayê.
DAVID BATES
David Bates 29 salî ye. Wî heta niha di tîmên wekî Raith Rovers, East Stirlingshire, Brechin City, Rangers, Hamburg, Cercle Brugge, Sheffield Wednesday, Aberdeen û Mechelen de lîstiye. Ew ji tîma Belçîkayê Standard Liêge hat transferkirin.
David Bates lîstikvanekî defansê ye, stoper e.


