Diyarname
Amedsporê îro lîstikvanên sisêyan jî transfer kir: Ji Madagaskarê Rayan Raveloson ku herî dawî di tîma Yogung Boysê dilîst transfer kir.
Amedsporê di daxuyaniya belav kir de xêrhatin li Raveloson kir û jêre serketin xwest.
Rayan Raveloson di sala 1997'an de li Anosibe Ifanja ya Madagaskarê hatiye dinê. Ew pêşlîbero ye. Wî di La Galaxy ya DYA'yê de lîstiye, paşê çûye tîma lîga yekemîn a Fransayê AJ Auxerra û piştî wir jî par formaya Youn Boysê li xwe kiribû. Tecrubeya wî ya Lîga Ewropayê heye.
Klûba Amedsporê niha bi 2+1 peyman ligel wî girê da.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Amedsporê ji Kosova û Skoçyayê du lîstikvan transfer kirin


