Diyarname
Balyozê DYA'yê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack li ser ji nû ve sazkirina Sûriyeyê got, "Ev gavek mezin e û tiştê em dibinin hemû herêm guherîye. HSD dikare entegre bibe û beşdarî artêşa Sûriyeyê bibe."
Îro rêveberên Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ligel Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê li hev civiyan. Barrack jî di civînê de bû. Piştî civînê Barrack ji bo North Pressê axiviye û gotiye, "Aştiya li Tirkiyeyê bandorê li Sûriyeyê dike û dike ku hê zêdetir gav bêne avêtin. Bi tiştên li Tirkiyeyê çêdibin ez dilgeş im. Ev gavek mezin e û tiştê em dibînin hemû herêm guheriye. Hêsên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevkareke girîng a DYA'yê ye, li hemberî DAIŞ'ê şer kir. Em hurmetek mezin nîşanî wan didin û ew dikarin entegreyê Sûriyeyê bibin û beşdarî artêşê bibin."
***
Nûçeya Eleqedar: