Komeleya nivîskaran êrîþa li ser Mizgînê þermezar kir
Diyarname
Komeleya NivÎskaran a Amedê êrîþa polîsên sivîl a li ser standa kovara Mizgînê þermezar kir.
Li ser navê komeleyê helbestvan û berpirsê têkiliyan ê komeleyê Arjen Arî daxuyaniyeke nivîsîk weþand û êrîþa polîsan a li ser standa kovara Mizgînê þermezar kir. Di daxuyaniyê de wisa hate gotin: "Beyanî piþtî navrojê bi ser standa kovara Mizgînê de girtin, ji hêla polîsên sivîl ve; bi mahneya heyîna bergên jimarên qedexekirî li ser standê. Tarûmarkirina standa Kovara Mizgîn, tarûmarkirin û binpêkirina azadiya derbirînê ye. Em wekî Komeleya Nivîskarên Kurd/Amedê bi taybetî vê êrîþa hovane û her cure êrîþ û astengîderxistina li hemberî weþanên kurdî; qedexekirina pirtûk, rojname, kovaran...û bêtehamûliya li hemberî zimanê kurdî heldaneke derþaristî dibînin û bi tundî þermezar dikin."