Cewad Merwanî yek ji hunermendên navdar û lêkolînvan ê kurdan e.
Ew di sala 1964’an de li Boşata Farqîna Amedê hatiye dinê, ji sala 1992’yan ve li Ewropayê dijî. Wî di nava Koma Berxwedan de cih girt û di gelek albuman de bi deng û awaza xwe stranên xwe xwend.
Cewad Merwanî ku niha di bin banê Akademiya Çand û Hunerê de xebata xwe ya muzîkê didomîne heta niha du albumên wî yên solo Penaber û Dem derketine.
Merwanî niha jî “Klam û Stranên Kurdî” pirtûkek ji du cildan derxist. Di pirtûkê de Merwanî stranên kurdî berhev kirine û notaya wan jî Sherko Hamasalih Chingiani amade kiriye.
Ji ber vê xebata hunermend Cewad Merwanî em straneke wî dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.
Fermo:
Têbiniya Diyarnameyê: Li Tirkiyeye qedexe li ser Youtube heye. Yên ku nikarin vê klîbê bibînin dikarin rêya têkbirina Youtubê bikar bînin.