Amed
Şaredariya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyonê, bi armanca xurtkirina keda jinan, teşwîqkirina hilberînê, hevgirtin û piştgiriya civakî, bi diruşma “Em bi Ked û Çanda xwe Piştgiriyê Xurt Dikin” amadekariya festîvalekê dike. Festîval wê rojên di navbera 3-5'ê vê mehê li dar be.
2'emîn Festîvala Çand û Parvekirina Keda Jinan a Peyasê ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve tê organîzekirin wê roja 3'yê mehê dest pê bike û 5'ê mehê bi dawî bibe.
Di festîvalê de jin dê berhemên bi destan, çand, huner û hilberînên xwe nîşan bidin û bifiroşin. Di sê rojên şahiyê de, dê berhemên xwe bi mêvanan re parve bikin.
Bernameya festîvalê bi çalakiyên cihêreng hatiye dewlemendkirin. Gerînendetiya Karên Çand û Civakî jî dê konser, şano û çalakiyên hunerî organize bike. Her wiha, Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê jî ji bo zarokan parkûrên lîstikê amade dike û çalakiyek sporê li dar bixe.
Ev şahiya taybet ku bi standên rengîn, çalakiyên hunerî û aktîvîteyên cihêreng ji her temenî re vekiriye, tê armanckirin ku balê bikişîne ser keda jinan a li herêmê.
Rayedarên Şaredariyê hemû gel dawetî Park Ormanê dikin da ku piştgiriyê bidin keda jinan û bi coşeke xurt beşdarî festîvalê bibin.
Bernameya festîvalê bi vî rengî ye:
Çalakiyên Çandî
Di her sê rojan de jî konser wê bên dayîn û bername wiha ye:
Roja 1'ê: Sorjiyan (Konser) û Koma Forklorê ya Jin a Peyasê
Roja 2'yan: Dilniya Xan (Konser/Soranî)
Roja 3'yan: Beser Şahîn (Konser)
Standên Piştgiriya Keda Jinan
Standên ku bêne vekirin, ev berhem wê tê de cih bigirin: Cil û berg, Tekstîla Malan, Çente, Panç, Berhemên Gundan ên Xwezayî, Turşî/Rîçal/Konserve, Rîwekên Tibbî û Aromatîk û Xwarinên Malan.
Çalakiyên Sporê
Ji bo zarokan jî amadekariyên hatine kirin wiha ye: Lîstika Nepixandî, Malok, Basketbol, Fûtbol, Voleybol, Tenîsa Maseyê û Trambolîn-Dart (Nîşan girtin).


