Diyarname
Ji bo Kûpaya Cîhanê 2022 ku vê carê wê li Katarê li dar bikve maç têne lîstin. Di nav koman de 10 maç dê bêne lîstin, vê hefteyê 8 maç hatin lîstin û du tîmên mafê çûyîna Kûpaya Cîhanê bi dest bixistin diyar bûn: Almanya û Danîmarka.
Berî maçên koman temam bibin bi du maçan Almanyayê pûanên xwe derxistin 21'ê. Almanyayê tîma Komara Makedonyaya Bakur bi 4-0 têk bir û yekemîniya xwe dom kir. Romanya ku di rêza duyemîn de ye xwedî 13 pûanan e.
Tîma din ku bilêta Kûpaya Cîhanê kir bêrîka xwe Danîmarka ye. Danîmarkayê Avusturya bi 1-0 têk bir û pûanên xwe derxistin 24'an. Di heman komê de Swêde xwedî 17, îsraîl xwedî 10 pûanan e
TÎM ÇAWA DIKARIN HERIN KATAR'Ê?
Di maçên Hevtêkbirina Ewropayê de 10 kom hene û 55 t3im têde dilîzin. Ji van 55 tîman 10 tîmên di komên xwe de bibin yekemîn raste rast diçin Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan a Katarê, 3 tîm jî ji maçên play-offan dê herin.
Maçên play-offan j3i wisa ne: 10 tîmên di van koman de bûne duyemîn û du tîmên serketî ku di Lîga Neteweyan a UEFA'yê de vîzeya Kûpaya Cîhanê negirtine dê bi hev re bilîzin. Ji van 12 tîman 3 tîmên serketî dê herin Kûpaya Cîhanê.
KATAR RASTE RAST DIÇE
Tîma Katarê ji ber mazûvanî dike raste rast dê here. Kûpaya Cîhanê vê carê ne havînê lê zivistanê tê lîstin ku ev yekemîn car e wisa dibe. Maçên Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan a Katarê dê di navbera roj^ne 21'ê sermawez - 18'ê berfanbara 2022'yan de bêne lîstin.
BERNAMEYA KÛPAYÊ
Barnameya Kûpaya Cîhanê ya li Katarê jî dê wisa be: Her roj 4 maç dê bêne lîstin. Di 12 rojan de dê Maçên Koman temam bibin. Dora 16'an di navbera 3-6'ê berfanbarê, maçên çarîk fînalê rojên 9-10'ê berfanbarê, maçên nîv fînalê 13-14'ê berfanbarê dê bêne lîstin.
Maça fînalê wê 18'ê berfanbara 2022'yan bê lîstin. Maç li bajarê Lusail li Stada Lusailê bê lîstin. Stada Lusailê xwedî cihê 80 hezar temaşevanî ye. Maça sêyemînî jî 17'ê mehê dê li Stada Khalifa ya Navneteweyî bê lîstin.