___Dilyar Amûdî___
Kêşeya bandora zimanên serdest, kêşeyeke aloz e. Mirov nikare bi hêsanî ji nav derkeve, ji ber ku wisa li ser zimanê mirovî rûdinê û cih di hişê wî de digire ku yek dike nake nikare xwe jê xelas bike.
Sedemeke din a alozî û giraniya vê bandora neyênî heye. Ew jî ku tu çiqasî ji mirovî re bibêje, mirov çiqasî bixwîne jî û çiqasî qebûl bike jî ku tiştê ew dike şaş e û encama bandora zimanê serdest e jî, lê belê dev ji wê şaşiyê bernade ji ber ku pê xweştir tê, pê “siruştî û herikbartir" tê.
Helbet ev bandorê zimanên serdest bi gelek awayên cuda çêdibe lê ez ê îro li ser diyardeyeke rawestim ku dizanim, berê nîqaş li ser çêbûne. Lê nizanim gelo ka çiqas nivîs û lêkolînên berfireh li ser çêbûne yan na. Mijar jî ev e; çawaniya nivîsîna sernavan e.
Berî nêzîkî 8-9 salan li saziyeke nûçeyan dixebitîm ku weşana xwe bi kurdî dikir. Jinek -zêde jixwerazî û bixwebawer - hat û dest bi karî kir. Min dît ji nişkê ve dikene û dibêje, yekî li vir çi sernavekî seyr û ecêb “avêtiye[1]”. Ji xwe normal e ku mirov şaşiyan bike lewra min pirsî ka çi ye. Gelo me çi şaşî kiriye. Wê got, yekî “Teqîn li Amedê” nivîsiye. Min got, “ê!??” Wê got, “Ma ne divê “Li Amedê teqîn” be. Min got, sedem? Sedema wê xanimê tune bû lê ji ber ku di tirkî de wisa ye, ji bo wê ya rast ew e. Welhasil min jê re vegot bê çima di kurdî de sernavên wisa nabe bi daçekan dest pê bikin lê vala bû û her bi ya tirkiya xwe kir. Lê niha piştî ewqas sal, ez hîn jî dibînim, ew şêwaza nivîsê di gelek sernavan de peyda dibe. Dizanim dê hinek bibêjin em bixwazin teqeziyê deynin ser çiyê hevokê, em wê derdixin pêş. Ev ne wisa ye jî. Ev sernav e; mirov di tirkî de jî, di erebî de jî, di ingilîzî de jî û texmînen di gelek zimanên din de jî, nikare wê bike.
Mirov nikare bibêje “Patlama Amed'de” û nikare bibêje “In Amed an Explosion” an jî bi erebî bibêje “ في آمد انفجار”.
Wekî mînak Rûdawê jî sernavekî wisa nivîsîbû “ Ji bo aboriyê çavkaniyeke girîng” ku ev jî şêwazeke tirkmancî ye. Gava mirov vê hevokê dixwîne, mirov dibêje qey divê dewama wê hebe.
Ev şaşiya tirkmancî heta li ba nivîskar û zimannasên kurmancî yên serxetêjî peyda dibe. Li vir hinek mînakan bidin:
Pirtûk Halil Aktug (Kürtçe Gramer)
- Di navderan de qertaf “yek”
- Di wateya navdêran de piçûkkirin
- Li gorî peyvsaziyê navdêr
Dibe ku hinek bibêjin, ê ma ne va zimannasan jî wisa nivîsiye, nexwe rast e. Lê gelo çima hinekên din wisa nivîsiye. Hinek mînakên cuda.
Samî Tan (Analîza du xebatên destpêkî yên rêzimana kurmancî)[2]
- Fonetika kurdî li gorî Rheayî
- Dengdêrên kurmancî di xebata Rheayî da[3]
- Morfolojiya kurmancî di pirtûka Jardine da
- Raboriya xebatên li ser zimanê kurdî
Brehîm Xelîl Taş (Waneyên rêzimanê ya pola mamoestetiyê)
- Lêker li gorî sazkirinê
- Lêker li gorî kirdeyê
- Peyv li gorî mêjer û çawaniyê
Ji bo hinekî zelaltir bibe, em li van mînakan binerin bê ka di tirkî de çawa ye û di zimanên din çawa ne:
Tirkî: Diyarbakir’da Buyuk Patlama
- Ingilîzî: Big Explosion in Diyarbakır
- Elmanî: Große Explosion in Diyarbakır
- Erebî: انفجار كبير في ديار بكر
- Erebî: انفجار بزرگ در دیاربکر
Tirkî: İstanbul’da Sel Felaketi
- Ingilîzî: Flood Disaster in Istanbul
- Elmanî: Flutkatastrophe in Istanbul
- Erebî: كارثة فيضان في إسطنبول
- Erebî: فاجعه سیل در استانبول
Tirkî: Kayıp Şehrin Gölgesinde
- Ingilîzî: In the Shadow of the Lost City
- Elmanî: Im Schatten der verlorenen Stadt
- Erebî: في ظل المدينة المفقودة
- Erebî: در سایه شهر گمشده
Tirkî: Turkiye’de Kentsel Donuşumun Etkileri
- Ingilîzî: The Effects of Urban Transformation in Turkey
- Elmanî: Die Auswirkungen der städtebaulichen Umgestaltung in der Türkei
- Erebî: آثار التحول الحضري في تركيا
- Erebî: اثرات تحول شهری در ترکیه
Tirkî: Yapay Zekanin Egitimdeki Rolu
- Ingilîzî: The Role of Artificial Intelligence in Education
- Elmanî: Die Rolle der künstlichen Intelligenz in der Bildung
- Erebî: دور الذكاء الاصطناعي في التعليم
- Erebî: نقش هوش مصنوعی در آموزش
Gava mirov bala xwe dide van sernavan ku sê ji wan zimanên lêzimên kurdî ne û du ji wan ji malbatên din in, dê bibîne ku tenê tirkî berovajî wan zimanên din hemûyan e. Her wiha Mirov dibîne ku di van sernavan de daçek hene û ji bilî tirkî her çarên din “ravekera daçekî” li dawî ye. ,
Zimannas Husein Muhammed di nivîsa xwe ya bi navê “DAÇEK DI ZIMANÊ KURDÎ DE de li ser vê mijarê wisa nivîsiye:
“Di peyvrêziya kurmancî ya eslî de komikên daçekî yên raveker jî li pey peyva yan komika raveber tên.
Bo nimûne:
- kurd di dîrokê de -
Kurdistan piştî cenga cîhanî ya yekem
- daçek di kurdî de
- kitêba li ser maseyê -
ava zelal ji kaniya çiyayên welatê me
- teqîneke bihêz li Enqerê”
Herwisa Muhammed wisa dewam dike:
“Di piraniya zimanên din de jî (bo nimûne, erebî, farisî, inglîzî û fransî de) peyvrêziya komikên daçekî wekî vê peyvrêziya resen ya kurdî ye anku peyva raveber li destpêkê ye û komika daçekî ya raveker li pey wê tê…. Lê di tirkî de peyvrêzî berovajî vê ye. “
Helbet gelek kes dê ne bi Husein Muhammed û ne ji bo gotinên min û ne jî bi yên Samî Tanî jî razî bibin. Lewra min got ka ez berifrehitr binêrim kê çawa kiriye. Ez ê ji we re wergera wê ya tirkî li jê binivîsim ji bo ku hûn bidin ber hev (bawer nakim ku werger bi peyvrêziyeke din pêkan be)
- Lêkolîna Celîlê Celîl “13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd”
Tirkî: “Kürt halkının tarihinden 13 ilginç sayfa”
Wekî tê dîtin, kurdî berovajî tirkî ye û Celîlê Celîl kurdekî Ermenistanê ye.
- Di pirtûka Celadet Alî Bedirxanî de bi navê “Bingehên gramera kurdmancî“: Pronova lêkera negerguhêz di pêşiyê de” û “Pronava lekera gerguhez di peşiye de.
Tirkî: Onde geçişsiz fiilin zamiri, onde geçişli fiilin zamiri
- Kovara Hawarê: Hêvî ji xwendevanan
Tirkî: “Okurlardan rica”
- Di pirtûka Ehmedê Xanî “Mem û Zîn[4]”:
- gazîkirin û lavayiya ji xwedê ra (Tirkî: Allah’a dua etmek ve onu çağırmak)
- Daxwaza mehderê ji pêximber û daxwaza efwê ji xwedê (Tirkî: Peygamberden şefaat ve Allah'tan bagişlanma dileme)
- Di pirtûka “Derdên min” ya Osman Serbî de:
- Ziman di jîna milletan de (Tirkî: Milletlerin yaşamında dil)
- Welatparêzî di naverba duh û îro de (Tirkî: Dun ile bugun arasında yurtseverlik)
- Pirtûka “Kurdên Turkiyê di dema herî nuh da” ku Têmûr Xelîk wergerandiye.[5] “(Tirkî: Son donemde Turkiye Kurtleri)
Lê dibe ku hinek bipirsin, gelo daçek ticarî di sernav de li pêş nayê? Eger “ravebera”ya wî sernavî tine be yan veşartî be, dibe. Ha va ne çend mînak:
Osman Sebrî di pirtûka xwe ya bi navê Bahoz de, helbestek bi sernavê “ji dest bextê reş û hevalên şaş” nivîsiye. Li vir mirov dikare bibêje “êş/zilm/neheqî hwd ji dest bextê reş”.
Kovara Hawarê, Hejmara yekê: “Di dora dinyayê de”. Dîsa ev jî nûçe/agahî di dora dinyayê de.[6]
Kovara Hawarê, hejmara 6an, nivîskar Cegerxwîn: “Ji bona Hawarê”. Li vir dîsa mebest we e “Helbestek ji bona Hawarê”.
Ev mînakên li jorî belkî zelaltir bike bê sernav bi çi mentiqî wisa tên nivîsîn. Hêvîdar im, nivîskar, rojnamevan û edîtorên me bêtir bala xwe bidin vê mijarê.
Di dawiyê de, nizanim ew ê çend kes guh bidin vê mijarê û hewl bidin sernavên nûçe, pirtûk û nivîsên xwe serrast bikin. Lê eger bi israr li ser vê dewam bikin, ew tê wateyê ku israr dikin ku berovajî mentiqê kurdî bifikrin û bi tirkmancî binivîsin.
[1] Sernav avêtin jî bikaranîneke tirkî ye û em bi kurd hîn sernavên xwe dinivîsin. Em sernavan naavêjin
[2] Ne şaş bim, Samî Tanî bixwe jî di çapên pêşî yên hinek pirtûkên xwe de, şêwaza tirkmancî bi kar dianî.
[3] Ez hîn li gorî berê “di..de, di …re” dinivîm lê Samî Tanî di pirtûka xwe de “di da” nivisiye loma min jî ew wisa hişt.
[4] Min ev ji wê çapê wergirtine ku ji aliyê Mehmed Emîn Bozarslanî ve hatiye berhevkirin, lewra eger di kopyayên din de tiştin cuda hebin, ez wê nizanim
[5] Min ev wergerand tirkî lê ne gelekî piştrast im ka werger guncav an na.
[6] Nizanim bê çima C.A. Bedirxanî di dora dinyayê de û ne ji dora dinyayê bi kar aniye lê ew mijareke din e.


