___Mem Mîrxan___
Fatma Savci, piştî rêwîtiya xwe ya dûr û dirêj a helbestê, vê carê bi berhema xwe ya pexşanê "Bîrgeha Mê" derdikeve pêşberî xwendevanan. Em, wê ji helbestên henûnê kurdî dinasin.
Lê ev pirtûk ne tenê wekî ceribandinên wêjeyî, lê wekî parastnameyeke hafizeya winda, nasnameya jinê û kûrahiya dîroka Mezopotamyayê dikare bê xwendin. Savci, bi pênûsa xwe ya ku ji agirê ceribandinên giran û girtîgehê derbas bûye, dengê jinên ku di rûpelên dîrokê de hatine bêdengkirin, dike qêrîneke estetîk.
Parastina Hafizeyê û Mîrata Winda
Di destpêka pirtûkê de, fîgurê "Meta Selwayê" ku wekî "Keça mîrgeheke jibîrçûyî" tê binavkirin, di rastiyê de sembola hafizeya hezar salan a jinên kurd e. Savci di kesayetiya meta xwe de, portreya "Bîrmendekê" xêz dike ku dîroka nehatî nivîsandin bi tîpên zêrîn li ser parçeyên hevrişîm nexşandiye. Gotina "Ehd kiribû, bîra xwe bi xwe re nebe gorê" dibe mijara sereke ya pirtûkê: Şerekî pîroz li dijî jibîrkirinê.
Tebeqeyên Mîtolojîk û Bawerî
Ceribandinên di pirtûkê de bi mîtolojiya Mezopotamyayê, êzidîtî û zerdeştiyê hatine hûnandin. Di beşa "Li ser bîrê" de, diyaloga bi koçerekî ji Laleşê re nîşan dide ku baweriyên qedîm çawa di nav birînên îro de dijîn. Nivîskar sembolên wekî "Melekê Tawiz" û "Avesta" ne tenê wekî agahiyên dîrokî, lê wekî parçeyekî zindî yê ziman û kesayetiya xwe bi kar tîne.
Nasnameya Jinê û Rexneya Civakî
Nirxandinên Savci li dijî pergala baviksalar û aqilê mêr-dewlet rexneyeke tund dihewîne. Bi hevoka "Lê nêr bû civat, desthilatdarî mêr", destnîşan dike ku zanîn û keda jinê çawa di nav "sindoqan" de hatiye veşartin û ji derveyî dîrokê hatiye hiştin. Îmaja "Şahjina Jêrzemîn", nûneriya wê hêza entelektuel û dîrokî ya jinê dike ku di bin erdê de mîna çemên kûr diherike lê nayê dîtin.
Ziman û Şêwaz: "Xwîn tê ji peyvên wê"
Her çiqas ev berhem pexşan (ceriban) be jî, zimanê wê bi qasî helbestê lîrîk û biwêjî ye. Savci dewlemendiya kurmancî bi şêweyekî hunerî bi kar tîne. Dema dibêje, "Xwîn tê ji peyvên wê", em pê dihesin ku her peyv ji tecrubeyeke kûr û ji êşeke dîrokî hatiye parzinandin. Teswîrên xwezayê —bi taybetî darên mazî, kulîlkên soryaz û çemên Mezopotamyayê— rihê pirtûkê zindî dikin.
Ji Ezmanê Zindanê Ber Bi Erdê Evînê Ve: Guhertina Paradîgmayê
Ji bo ku em felsefeya pirtûka "Bîrgeha Mê" rast fêm bikin, divê em li ser herikîna wêjeyî ya Fatma Savci bisekinin. Savci, heta îro dervayî vê pirtûkê, 8 berhemên serketî (Gulên Qasid, Xewnên Zîvîn, Bîra Birînê, Dotmara Lal, Ristika Morîkan, Danê Baranê, Şewq û Payiz, Ber bi Binxetê) pêşkêşî wêjeya kurdî kirine. Gava em li wan 8 pirtûkan dinêrin, em dibînin ku helbestên wê bêtir "esmanî" ne û ji erdê dûr in; bêtir hestên giştî, neteweyî û felsefî tînin ziman. Ev yek encameke xwezayî ya salên zindanê ye. Di nav dîwarên sar de, di dema voltayê de tiştê ku herî zêde li pêşiya çavan e "ezmanekî qulkirî" ye; loma helbestên wê jî ber bi wî ezmanî ve firiyane.
Lê belê, di wan pirtûkên borî de hestên evînî, hezkirina kesekî taybet û bi taybetî jî hestên jinane yên zayendî (erotîzm/şabûna fîzîkî) hema hema qet tune bûn. Fatma Savci, yekem car di "Bîrgeha Mê" de vê qalikê dişkîne û bi awayekî vekirî, wêrek û estetîk behsa şabûna bi yarekî re dike. Êdî nivîskar ji ezmanê zindanê dadikeve ser erdê evînê û hestên xwe yên herî veşartî yên jinbûnê bi vî rengî nexş dike:
"Wexta ew berbiska min rast dike û min ji ber guharê egalî maç dike, dibêm qey ew destekî zîvî li dergehê Medreseya Sor zêde dike û gotinên di rêzikan de, li ber mîrgeha Botan û Baba-nan car din pêdixe. Kêfa min çiqasî bi vê rohnika nerm ku dide nava min tê. Meraq dikim bê çima ew qet natirse? Ava çemekî ye dengê wî bi aramî diherike."
Ev rûpela nû ya di pênûsa Savci de, nîşan dide ku "Bîrgeha Mê" ne tenê bîreke dîrokî ye, di heman demê de bîra laş, azadî û evîna jinê ye jî. Ev daxwaza şabûnê, li dijî hemû zextên civakî, wekî serhildaneke herî nazik û kûr a pênûsa wê derdikeve pêşberî me.
Encam
"Bîrgeha Mê", berhema şairekê ye ku ketiye pey şopa bîra winda. Fatma Savci di vê pirtûkê de dibe "nobedara dîroka şelandî". Xwendevan di van rûpelan de ne tenê ceribandinan, lê di heman demê de hîkmeta jinên kor ên li kuçeyên Mêrdînê, bayê Çiyayê Bagokê û mifteyên şaristaniyeke winda dibîne. Ev berhem, di wêjeya kurdî ya modern de di warê ceribandinê de asteke nû û bilind e.
Rexne:
Di berhemê de êş, windahî û melankolî wekî mijarên sereke her gav li pêş in. Her çiqas ev yek rastiya dîroka me be jî, ji aliyê hunerî ve carinan dubarekirina heman hestê (êşê) dikare bandora metnê li ser xwendevan hinekî lawaz bike. Xwendevan li bendê ye ku di nav vê tariyê de carinan hinekî hêvî yan jî derîçeyên cuda yên ronahiyê jî bibîne.
Têkiliya Navbera Beşan
Ji ber ku berhem ji ceribandinên cuda pêk tê, carinan têkiliya organîk a di navbera beşan de lawaz xuya dike. Mijar pir zû ji mîtolojiyê derbasî bîranînên şexsî, ji wir jî derbasî rexneya siyasî dibin. Ev yek carinan serê xwendevan tevlihev dike û yekparebûna pirtûkê hinekî dişkîne.
- Bîrgeha Mê / Fatma Savci / Avesta / Ceribandin / 88 rûpel / 2024
**
Hin nivîsê Mem Mîrxan ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
- Li ser nûkirina Bulvara Firatê, dar, trafîk û vîzyona bajêr çend gotin


