QAMIŞLO
Komîteya Rewşa Awarte ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeyên parastina zeviyan di demsala çinînê de, civînek li dar xist.
Piştî civînê komîteyê belavokek derxist ku tê de rewşa awarte ragihand. Rewşa awarte ji îro de dest pê dike.
Di belavokê de bal kişandiye ser demsala çinînê û metirsiyên şewatê û wiha hatine gotin, "Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê seferberî ragihand ku ji îro ve dest pê dike. Wê tevahî komîteyên rewşa awarte û saziyên rêveberiyê di seferberiyê de bin da ku zeviyan û hilberînan ji şewatan biparêzin. Em bang li cotkar û gelê xwe dikin ku amade bin, li ber zeviyên xwe nobetê bigirin û wan biparêzin ji bo ku bi hev re demsala çinînê bê zirar, biqedînin.”