Diyarname
Kanaleke nû bi navê ÎMC TV ku ev çend meh in dest bi weşana testê kiribû bi 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê re test bi testa nûçeyên zindî kir.
ÎMC TV ku di demên pêş de 24 saet dê weşana nûçe, çand û hunerê bike, niha ji bo 1'ê Gulanê ji saet 10'ê sibê heta 10'ê êvarê weşana zindî dike.
Di lijneya weşanê ya televîzyonê de kesên wekî Ragip Duran, Celal Başlangiç, Feridun Çelik hene û Kordînatoriya Nûçeyan jî rojnameger Ertugrul Mavioglu dike.
Agahiyên Frekansê: 12562 vertical rojava 25000 5/6 135 136 turksat 3a